Pûtîn û Hollendê  civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. 

Pûtîn anî ziman dema operasyonên li herêmê bi rê ve dibin, berî wê şirîkên xwe yên Amerîkayî agahdar dikin û diyar kir Tirkiye jî xwedî van agahiyan e. Pûtîn destnîşan kir ku bi Hollande re têkildarî operasyonên li Sûriyeyê re bi Fransayê re li hev kirine. Pûtîn got: “Divê gelê Sûriyeyê der barê pêşeroja Esad de biryar bide. (Der barê operasyona li hemberî konvoya TIR’ên li sînor) got ku guman kirine ku TIR alavên alîkariya mirovî hilnagirin. Divê civaka navneteweyî lêpirsîn bike bê ev TIR li vir çi digerin. Weke tê gotin alîkariya mirovî di wan de nînbû.”

Pûtîn got: “Li Sûriyeyê ji herêmên terorîst lê hene bi şev û roj kamyon bi kamyon petrol hat neqilkirin.” Pûtîn destnîşan kir ku teqez ev dizanin ku tankerên petrolê tijî derbasî Tirkiyeyê dibûn û vala vedigeriyan. Pûtîn da xuyakirin ku ev pirsgirêkeke gelê Tirkiyeyê jî û got: “Di wan pereyên petrolê de xwîna pîlotên me û kesên li Parîsê mirine heye.”Serokomarê Fransayê jî peyamên hevkariya li dij DAIŞ’ê dan û destnîşan kir ku ji bo têkbirina DAIŞ‘ê wan biryar girtiye ku hêzên herêmî yên Sûriyeyê destek bikin. 


Franayê jî heman tişt got

Li ser bazirganiya petrolê ya di navbera DAIŞ‘ê û Tirkiyeyê de, daxuyaniyeke din ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs hat.  

Fabîûs ku di mijara Tirkiyeyê de bi îhtiyadkarî tevdigere, qebûl kir ku petrola DAIŞ‘ê diçe Tirkiyeyê. Fabîûs got, „Hin qemyon hene ku ji herêmên di bin kontrola DAIŞ‘ê bi rê dikevin û li gorî tespîtên me, Tirkiye jî di nav de berê xwe didin hin aliyên cuda. Hikûmeta Tirk ji me re got, ‘haya me ji vê nîne’.“   


 MOSKOVA