Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Tabqayê, bi qutbûna bendav û sê taxên mayî berdewam dike. Bi pêşveçûna şervanan li gel xurrtiya xwe didome ku êdî çeteyên DAIŞ’ê ji li bajêr neçar mane ku bikevin tunelên li bajêr kolandî.

Li Tebqaya nû, ji pêr ji şevê ve taxên 2. û 3. (Sanî û Talit) şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de derbên giran li çeteyan hatin xistin.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatine girtin, herî kêm 30 çete hatine kuştin û cesedên gelek çeteyan li herêmên di kontrola şervanên QSD’ê de ne, man e. Wekî din gelek çek û cebilxane jî ketin destê şervanan. Li aliyê din şervanên QSD’ê bê navber opersyona xwe ya rizgarkirina bajarê Tebqa didomînin. Di taxên bajêr de hîna jî şer didome. Şervanan hemû riyên sereke yên di navbera hersê taxên nû (ewle, Sanî û Talit) û bendava Firatê de qut kirine û çember li çeteyan teng kirine.Çete niha bi riya tunelên ku berê hazir kiribûn, êrîşan pêk tînin. Çeteyan di hersê taxan de xwe di tunelan de bi cih kirine û êrîşên xwe didomînin. Ji ber ku riya Bendavê di wan hersê taxan re derbas dibe.

Kargeha çêkirina topên hawanê hat dîtin

Di operasyona paqijkirina taxên bajarê Tebqayê de, şervanên QSD`ê kargeke din a çêkirina topên hawanan û rokêtin tangan, dîtin.

Piştî ku şervanên QSD`ê beşekî mezin ji bajarê Tebqayê rizgar kirin, li wan taxan operasyona paqijkirinê dane destpêkirin. Şervanan di naverasta bajar li sûka navendî kargeheke çêkirina topên hawanan, rokêtin tangan û katyoşan û hemû cûreyên mayînan dîtin. 



 REQA