Zinarîn Kobanê: Li Kobanê jî kes li kêleka me tine bû, me bi tena serê xwe şer kir û li ber xwe da. Wî şerî gelek derî ji bo me vekirin û bi rêya wî şerî gelek dewletan ew derfet bi kar anî.

REWŞEN DENIZ

Endama fermandariya giştî ya QSD´ê  û yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Kobanê îşaret bi hevnegirtine kirin û biryarên DAIŞ´ê yên beriya tinekirina wê ji me re nirxand. Ew dibêje, "Ev rojên dawî yên DAIŞ´ê ne" û teslîmbûna girseyî ya endamên vê koma çete jî wîha şîrove dike: "Em dibînin li aliyekî DAIŞ'î teslîm dibin, û li aliyekî din êrişî hêzên me dikin. Ew di nava bêçaretiyeke pirr mezin de ne û nizanin wê çi bikin. Li gorî li cihê cih xuya dike, ew tar û mar bûne, û ew bi xwe jî bi vî tiştî dizanin."

Fermandara YPJ´ê Zinarîn Kobanê di hevpeyvînê de da zanîn ku ew ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin û weke hêz jî ji ber ku xwe disipêrin miletê xwe, vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî tesîreke diyarker li vîna wan nake: "Ew di vê baweriyê de bûn ku wê bandoreke pirr mezin li ser herêmê bikin. Ji ber ku em hêzek in ku pişta xwe nadin ti kesî. Em wek hêz bi gelê xwe hene û gelê me jî bi me heye. Gelê ku hertim êriş hatine ser, bi hebûn û tinebûnê re rû bi rû maye, û hertim xwîn rijandiye, bi hêsanî vîna wî nayê şikandin."

DAIŞ li cihê cih di warê kontrola erdê de li ber tinekirinê ye. Ji niha û pê ve ji bo misogerkirina venegeriyana DAIŞ'ê hûnê gavên çawa biavêjin?

Ev çend sal in ku em li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, helbet şerekî wiha ne karê her hêzekê ye. DAIŞ nasnameya cahiliyeta Rojhilata Navîn e, niha em jî bi vê nasnameyê re şer dikin. Ji ber wê jî em niha di rewşê de ne ku hîna xurtir û rêxistinkirî ne.

Em dixwazin vê serketina leşkerî veguherin serketineke siyasî, çandî û exlaqî. Ji ber wê jî şerê me ne tenê leşkerî ye, şerekî di hemû waran de ye.

Me 7 sal li pey xwe hiştin. Jixwe, me gelek berdêlên giran dan, nemaze sala 2018'an ji bo me saleke têkoşîn û berxwedanê bû. Ji ber vê berxwedanê bêhtir xurt bikin, em ê wek şervanên YPJ'ê em hêviyê hevalên xwe yên şehîd û xebatên ku xwesine bi ser bixin, bi cih bînin û li ser şopa wan bimeşin. Biserxistina xeyalên wan ji bo me wek fermanekê ye, ku em karibin di jiyanê de pêk bînin.

Ev rojên dawî yên DAIŞ´ê ne. Em dibînin li aliyekî DAIŞ'î teslîm dibin, û li aliyekî din êrişî hêzên me dikin. Ev jî dide xuyakirin ku ti sîstem di nava wan de nemaye. Ew di nava bêçaretiyeke pirr mezin de ne û nizanin wê çi bikin. Gelek kes behsê dikin ku DAIŞ wê komî ser hev bibe û pirr surprîzan bike, lê li gorî li cihê cih xuya dike, ew tar û mar bûne, û ew bi xwe jî bi vî tiştî dizanin.

Gelo ji bo zerar û ziyana mezin a hatî ser jin û zarokan bê telafîkirin, siyaseteke we wê hebe?

Di nava vî şerî de yên herî zêde êş û azar kişandine, jin û zarok bûn. Em dixwazin vî şerî bi dawî bikin û ji bo wan jiyaneke bi ewle û aram ava bikin. Helbet pêçana van birînan ne hêsan e. Lê ji bo vê armancê ji me çi were xwestin, em amade ne xwe ji bo wan bikin mertal.

Piştî ku şerê li bereyê bi dawî bû, ji ber êrişên hucreyên DAIŞ'ê û komên din ên tundraw û çete, tehlûke heye li ser herêmên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. Hûnê siyaseteke çawa bimeşînin ji bo astengkirina van hucreyan û misogerkirina ewlehiya herêmê?

Helbet tinekirina DAIŞ'ê bi temamî li ser ruyê erdê, bi tenê bi vîna gelan, biratî û hevgirtina gelan û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk wê çêbe. Ji bo tinekirina hucreyên DAIŞ'ê pêwîstiya me bi zanekirina gelê me û mezinkirina hêzên me heye. Eger bi vî rengî em dewam bikin, gelê me wê bi aramî li welatê xwe bijî.

Çawa ku di nava ewqas alozî de me xwe bi rêxistin kir û me hêza xwe mezin kir, niha jî em ê xwe bi rêxistin bikin û li gorî wê jî em ê tev bigerin. Lê yek ji wan tiştan ku me bigihîne serketinê, avakirina Neteweya Demokratîk e, ku pirr netewan di nava xwe de hembêz dike.

Gelo hebûna hêzên koalîsyonê ji bo xelkê deverê bi dewrekê radibe yan na? Ji bo aşkirina xelkê hûn gavên çawa diavêjin? 

Ji bo mijara vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji Sûriyê, ji bo me ne zêde pirsgirêk bû. Ew di vê baweriyê de bûn ku wê bandoreke pirr mezin li ser herêmê bikin. Wan texmîn dikir ku helwêstên me yên cur bi cur derketin û daxwazên me wê bi pêş bikevin û refleksa gelê me pirr cuda be û gelek tevlîhevî çêbe. Lê rastiya ku derket holê, ne bi vî rengî bû.

Ji ber ku em hêzek in ku pişta xwe nadin ti kesî. Em wek hêz bi gelê xwe hene û gelê me jî bi me heye. Gelê ku hertim êriş hatine ser, bi hebûn û tinebûnê re rû bi rû maye û hertim xwîn rijandiye, bi hêsanî vîna wî nayê şikandin.

Ev di gelek şeran jî diyar bûye. Li Kobanê jî kes li kêleka me tine bû, me bi tena serê xwe şer kir û li ber xwe da. Wî şerî gelek derî ji bo me vekirin û bi rêya wî şerî gelek dewletan ew derfet bi kar anî.

Gelo Meclîsa Sivîl û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di çi astê de wê karibin bi tena serê xwe ewlehî û jinûveavakirinê misoger bikin?

Mîna ku hêzên me li herêma Dêra Zorê DAIŞ têk birin, niha jî hêzên me amade ne ku herêmê biparêzin. Hêzên me wê rê nedin ti kesî ku êrişî gelê me bikin.

Helbet parastina herêmê wê bi riya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û meclîsa wê ya sivîl be, wê her wiha vîna navxweyî û hêzên parastina cewherî ji bo parastinê bingeh bin. Hêzên me hem li Rojava û hem li bakurê Sûriyê ji bo parastina gelê xwe, çi ji destê wan bê, wê bikin.