DIYAR EHMO / ANHA / DÊRAZOR
Li gundê Baxoza Jorîn ku bargeha dawî ya di destê DAIŞ‘ê de lê maye, doh jî bi sedan endamên çeteya DAIŞ‘ê li gel malbatên xwe, xwe radestî QSD‘ê kirin.
Endamên çeteya DAIŞ‘ê ku di gundê Baxozê de asê mane, ji bilî mirin an xweradestkirinê ti çare di destê wan de nemaye. Li gel wê jî êdî bikaranîna sivîlan wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bê encam e, ji ber ku şervanên QSD‘ê bi hezaran sivîl rizgar kirine.
Pêr êvarê û doh sibehê bi sedan çeteyên DAIŞ‘ê li gel malbatên xwe, xwe radestî şervanên QSD‘ê kir. Şervanan ji aliyê xwe ve ew derxistin deverên dûrî bereya şer a Baxozê.
Di van wêne û dîmenan de kêliyên xwe radestkirina van DAIŞ´iyan diyar dibe.
Di nava van DAIŞ´iyan de kesên bi eslê xwe Ereb, Rûs, Tirk, Ozbek û Pakistanî jî hene. Şervanan qederê hezar sivîlî û malbatên çeteyan jî derxistin deverên ewle.