Dîrok Qehreman mijarên komkujiya li Kobanê, armanca AKP ji destekkirina çeteyên DAÎŞ'ê û her wiha dewamkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  nirxandin. Dîrok Qehreman bal kişand ser girîngiya parastina cewherî û parastina jinan. Qehreman destnîşan kir ku ew êrîş derveyî exlaqê mirovahiyê ne, û wiha pê de çû: '' Ev êrîşên derveyî exlaqê mirovahiyê ne. Soza me jî weke milîtanekî ew e ku em ê tola wan şehîdan hilînin û em ê tekoşîneke bêhempa ji bo pûçkirina hewildanên wan ên kirêt, bemeşînin.  Bila her kes zanibe ku tola wan wê bê hildan. Misoger e ku rojekê berf wê bihele û hemû rastiyên ku di bin wê de tên veşartin derkevin holê.''


Ew şerê cîhanê yê sêyemîn e

Qehreman, şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dike û wiha dipeyive: ''Li hember wan êrîşan jî, li ku derê êrîş û hewildanên tunekirinê hebin, bê gûman li wir hewildanên parastina hebûnê jî hene, ew jî bi serîhildan û şoreşa gelan pêk tê. Hewildanên tunekirinê di şexsê desthiladarî, netewe- dewlet û komkujiyan de rû dida. Lê gel êdî bi xwe jî vî tiştî qebûl nake û di nava hewildanên bi dawîkirina kaosê de ye. Êdî ew jî dizane ku sîstemên îro heyî mirovan dikin hêsîr û gelan bê vîn dihêlin. Di vê rewşê de jî hêzên ku vî şerî bi rê ve dibin û li ser wê dijîn, nexşeyeke şer a nû li ser hesabê gelê Rojhilata Navîn, xêz dikin.'' 


Dijberiya nirx û etîka mirovahiyê ye

Qehreman da xuyakirin ku armanca yekemîn ji êrîşan ew bû ku fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bikin û ev rewş wiha şîrove kir: '' Ya herî girîng jî ew e ka mirov di nav kaosa heyî de bi derfetên heyî xwe çawa birêxistin bike, bi hêz bike û  bigihe armanca xwe. Mirov çiqas bi rêxistin be û xwedî sîstem be, serketin jî ewqasî dibe şensê mirovan. Komkujiya Kobanê jî hinekî bi vê ve girêda yî ye. 


Êrîşî fikr û ramanên Ocalan dikin

AKP´ê xwest bi riya komkujiya ku li Kobanê bi destê çeteyan qewimî, fikr û ramanên Rêber Apo ku di Rojava de şahidiya gavên xwe yên pratîkî dikir, bê deng bike, di nava xwîna gel de bihêle. Dijbertiya nirx û etîka mirovahiyê jî îro di êrîşên li ser Kobanê, Hesekê, Çiyayê Kizwanan û Girê Spî de, rû dide û zêdetir dibe."

Qehreman bi bîr dixe ku yekbûna kantonan hesabên hinek derdoran xera kirine û pirsa 'Çima êrîş zêde dibin' wiha dibersivîne: "Plana wan ew e ku bi parçekirina wan a Kurdistanê, karibin gelê Kurd ji hev dûr bixin heta tune bikin û bi destekkirina çeteyên DAÎŞ'ê destketiyên Kurdan li Rojava binpê bikin. Em binihêrin ka her tişt li dijî projeyên ku Rêbertî weke nexşeyeke rê daniye, pêk tên.'' 


AKP peyama şer dide

Dîrok Qehreman bi bîr dixe ku êrîşên hikûmeta AKP´ê ne tenê li Rojava û Bakûrê Kurdistanê pêk tên, di heman demê de li Qadên Parastinê yên Medyayê jî balafirên keşfê bênavber digerin û wiha pê de çû: "Me weke gerîla tedbîrên xwe li hember her tiştî girtine, tevî ku me jiyana xwe li hember her şert û mercekî afirandiye. Hem ev hem jî hemû daxuyaniyên dewleta Tirk mesaja şer e.''


Parastin pir girîng e,  bi taybet ji bo jinê

Di dawiyê de Qehreman bangawazî li gelê Kurd kir û bi taybet li jinan kir: ''Li hember van polîtîkayan divê gelê Kurd li her derê ne tenê li Kurdistanê  çalakiyên xwe bi awayekî aktîv pêk bîne û karibe balê bêhtir bikşîne ser doza xwe. Bi taybet weke jinê. Ji ber ku jin bi pareke mezin mohra xwe li sîstema xweseriya demokratîk dixe û cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayekî aktîv digire, hemû nirxên mirovahiyê diparêze û pêşengtiyê dike. Weke komîteya Jineolojî em dibêjin, parastin pir girîng e. Divê her jin ji xwe bipirse ez çiqas dikarim xwe biparêzim yan jî ez çiqas xwedî par im di parastina gîştî de, çiqas dikare ramanên xwe biparêze, divê ti caran valatî çênebe ku dijmin bikeviyê û komkujiyan pêk bîne.''  


ARJÎN GARZAN/BEHDÎNAN