
Kîjan hêz di vê rewşa defacto derket di pozîsyoneke çawa de ye em hinekî serê xwe li ser wê biêşînin.
DYA û Hêzên Rojavayî
Tevî tirsa wan a ji hêzên radîkal ên îslamî û sunî jî ev hamleya dawî ya DAIŞ’ê li hesabên wan tê. Bi xetereyê re rû bi rû hiştina şîî û Kurdên li Iraqê bi riya DAIŞ’ê wê bibe sedem ku ev her dû hêz jî careke din bi tevahî bikevin bin kontrola wê. Ji aliyekî ve bandora Îranê li ser hikûmeta navendî ya Iraqê ku şîî pêşengiya wê dikin wê werin kêmkirin ji aliyê din ve rêveberiya başûrê Kurdistanê ku tevî dijberiya DYA’yê kete nava maceraya firotina petrolê û hewl da serbixwe û ji derveyî kontrolê tevbigere. Li aliyê din pêşketin û berfirehbûna dagirkeriya DAIŞ’ê bi taybetî ji bo DYA wê derfeta ku carekedin bi hinceta têkoşîna li dij komên terorîst ên radîkal bi hevkariya hêzên mîna Neteweyên Yekbûyî û NATO êrîşî Iraqê.
Hikûmeta Malîkî û şîiyên Iraqê
Tevgera DAIŞ’ê û plansaziya wê ji aliyê hikûmeta Nûrî El Malîkî ve baş dihate zanîn lê belê ji bo hesabên hilbijartinê ev yek ji nedîtî ve hat. Di nava atmosfereke kaotîk a herêmên sunî de pêkhatina hilbijartinê mîna Malîkî dihesiband bi encam bû û bi ser ket. Li aliyê din li herêmên mîna Mûsil, Kerkûk û Xeneqîn yanî tevahî sînorê başûrê Kurdistanê ketina tevgerê ya heza sunî DAIŞ’ê, heta şerkirina wan û Kurdan jî li hesabê Malîkî tê. Ji ber ku bi organîzeya Tirkiyeyê û sozên bazarkirina petrola Kurdan bi taybetî malbata Barzanî rêveberiya Başûr bûbû parçeyekî eniya sunî. Têkçûna vê hevkariya dij-şîî li hesabê Malîkî, Îran û rejîma Sûriyeyê jî tê. Her wiha ‘zêdegaviya’ Kurdan a tevî dijberiya Bexdayê jî hewldana firotina petrolê bi vî awayî hat bersivandin. Malîkî ku gihişte armancên xwe yên dem kurt niha jî hewl dide bi beşdarkirina hêzên navneteweyî di şexsê DAIŞ’ê de dînamîkên dijber ên şîî tune bike.
Pozîsyona Tirkiyeyê
Tirkiyeya ku ji aliyekî ve bi rêveberiya Başûr re têkiliya xwe xurt kir ji aliyê din ve jîli Sûriye û Iraqê bi şêwazekî vekirî destek da eniya sunî û hêza wê wa şer DAIŞ’ê. Ji aliyekî ve meşandina dijberiya şîiyan, ji aliyê din ve avakirina hêzeke ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake mîna planên Tirkiyeyê bûn. Dagirkirina nûnertiya Tirkiyeyê ya li Mûsilê û qaşo rehîngirtina xabatkarên sefaretê jî dikare mîna parçeyekî vê lîstîkê were dîtin. Hikûmeta AKP’ê wê bi ‘ultumatom’ û ‘lîstikên osmanî’ wê berdana xabatkarên balyozxaneyê û ajokaran mîna serkeftina dîplomasiyê û nîşaneya hêza ‘Tirkiyeya mezin’ bi raya xwe ya giştî bide qebûlkirin. Li aliyê din dema hevkariyeke xurt a navneteweyî li dijî DAIŞ’ê derkeve holê wê bibêje jixwe ew xistibû lîsteya terorê û tola avêtina ser nûnertiyê û rehîngirtina xebatkaran dijmina herî mezin a DAIŞ’ê ew bi xwe ne.
PKK û YPG
Destekdayina Tirkiyeyê û hevkariya hin hêzên kevneperest ên Kurd a ji bo van hêzên çete yên terorîst yekser bi destkeftiyên Kurdan ve girêdayî bû û Tirkiyeyê hewl dida bi taybetî li rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên mîna El Nusra, DAÎŞ û yên mîna wan îradeya Kurdan ji holê rake. Lê belê DAIŞ a ku li hemberî berxwedana YPG/YPJ’ê ya li Rojava û bi taybetî li herêma Kantona Kobanê nikaribû bi ser bikeve careke din hemû hêza xwe li Iraqê kom kir û vê carê hamleyek li vir pêk anî. Li dijî tehdîtên DAIŞ’ê ya li dijî gel û destkeftiyên Başûr jî yekser refleksa şoreşgerî û welatparêzî ya PKK û YPG/YPJ’ê derkete pêş. Li ser sînor ligel pêşmergeyan şerkirina şervanên YPG’ê û demildest dayîna peyama “Gerîla ji bo parastina Başûr li kêleka pêşmergeyan ji bo şerê aktîf bike amade ye” ya ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ve hat dayîn careke din têrê kir ku Kurd siyaseta rast a ji bo berjewendiyê xwe bibînin. Gotinên Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî yên ji bo çapemeniya tirk her tiştî îfade dike. Kerîmî dibêje: “Li dijî DAIŞ a ku artêşa milyonî ya Iraqê çend saetan nikarîbû li ber xwe bide PYD/YPG ev saleke têkoşîneke bêhempa dide. Me şaşîtî kir ku me destek ne da wan.“
Başûrê Kurdistanê
Bûyerên dawî nîşan dan ku tu destkeftiyên Başûr misoger nebûne û dikare di nava kêliyekê de ji holê jî rabin. Serxweşiya ‘serkeftinê’ û bûyina xwedî hin derfet a hêz û rêveberiya Başûr bi xetereya dawî ya xwe dida der û ger bi dawî bibe ev alozî dikare vegere derfeteke mezin. Bi gotineke din ger malbata Barzanî, rêveber û hêzên din ên Başûr hinekî navberê bidine tomarkirina ‘blokên dolaran’ û serê xwe ji îhaleyan rakin û derseke baş ji xetereyên heyî derxin serxwebûn jî di nav de derfetên herî mezin ji bo Kurdan dikarin pêk werin. Daxuyaniya KCK’ê ya amadebûna ji bo parastina Başûr, ligel pêşmergeyan şerkirina şervanên YPG/YPJ’ê û hestên Kurdewarî dikare vê alozî û xeteriya heyî vergerîne yekitiyeke Kurd û serkeftineke ku mafên Kurdan li tevahiya parçeyên Kurdistanê misoger bike. Pêşketinên dawî jî nîşan dide ku riyeke din jî li ber rêveberiya Başûr tune ye.
AZÎZ OGUR