Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Îsmaîl Amûdê ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû, oxir kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSD`ê, şehîd Tariq Ebdilezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de li herêma Hecînê şehîd bûbû, li goristana şehîd Îsmaîl Hogir li navçeya Amûdê oxir kir.

Şervanên YPG û YPJ`ê û hêzên Erka Xweparastinê pêşî rêûresmeke eskerî li goristanê li dar xist. Paşê berdevkê Meclisa Malbata Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Seîd Firso sersaxî ji malbata şehîdî re xwest û got, “Piştî ku çeteyên DAIŞ´ê li pêşiya şervanên YPG, YPJ û QSD`ê bi bin ketin, gefên dawîn ên bavê DAIŞ`ê Erdogan pêk hatin.”

Paşê jî yek ji fermandarên Şerê Tinekirina Terorê axivî.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîmên sersaxiyê îro seat di 10:00’an li gundê Sinceq ê Amûdê tên qebûlkirin.

 

ANHA / QAMIŞLO