Bîlançoya 4 rojan a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin. QSD´ê di daxuyaniya xwe de peyama “Em ê nefesa DAIŞ’ê li Reqayê biçikînin” da.

Berdevaka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmet daxuyanî da bal kişand ser van xalan:

“Pêngava 3`yemîn a Xezeba Firatê ku di 4`ê Sibata 2017ʹan de destpê kir, ji 2 baskên bakur û rojhilat ve dest pê kir. Baskê yekem ji gundê Xinêz ê Silûkê pêş hate destpêkirin. Ev bask 18 kîlometreyan bi pêş ve çû. Baskê duyemîn jî ji gundê Bîrbeha ya Mekmen dest pê kir, li vir jî şervanên me 16 kîlometreyan bi pêş ve çûne û di navbera wan û navenda bajarê Reqayê de 22 kîlometre mane. Her du baskên hemeleya me nêzî hev bûne.“

Cîhan Şêx Ehmet da zanîn ku di 4 rojan de 9 gund û gelek gundik ji komên çete yên DAIŞʹê hatine rizgarkirin û got, ji bilî gelek sîleh û cebilxaneyan cenazeyên 18 çeteyan jî ketine destê şervanên wan.

Cîhan Şêx Ehmet wekî din bi bîr xist ku gundên Ebû Sûsa û Mixêzile ji aliyên şervanên QSD`ê ve hatibûn dorpêçkirin û da zanîn ku ev gund jî di encama şerê dijwar de hate rizgarkirin.

Cîhan Şêx Ehmet da zanîn ku tîma “Ramko” li deverên rizgarkirî bi giştî 200 mayîn bêtesîr kirine û li Gundê Mişêrfê û Bîrsaîd yên ji mayîn û bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin jî destûr hatiye dayîn ku xelk vegere malên xwe. Cîhan Şêx Ehmet wiha dxuyaniya xwe bi dawî kir: “Li herdu baskan jî welatî ji aliyê şervanên QSDʹê ve têne rizgarkirin û li deverên bi ewle têne bicihkirin.

Çeteyê DAIŞ`ê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ`ê berê xwe didan gundan, kir û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû û şervanan welatî rizgar kir û birin cihê bi ewle.

Pêngava 3`yemîn ya hemleya Xezeba Firatê dewam dike û armanca me ew e ku bakur-rojhilatê Reqayê ji çeteyan rizgar bibe, hemû rêyên ku diçin Reqayê werin qutkirin û bi vê yekê jî wê çeteyên DAIŞʹê di bajar de werin fetisandin.” 


 REQA