Yasîn Boxatim El-Osman El-Zufeylî yê DAIŞ´î ku bi xwe ji Tûnisê hatiye, dibêje, dewletên derve DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê bi kar tînin.
El-Zufeylî anî ziman ku ji bo ew tevlî nav çeteyên DAIŞ`ê bibe berê xwe daye Sûriyê. Ew û komeke ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê derbasî Sûriyê dibin û kesek wan di rê de nade sekinandin.
Ev çete, sala 2014`an derbasî bajarê Girê Spî dibin û El-Zufeylî diyar kir ku ew dema gihîştin sînorê Bakur û Rojava Kurdistanê çeteyekî ji wan re gotiye, netirsin eskerên Tirk wan nadin sekinandin û ew ê sînor rehet derbas bikin.
Piştî ew derbasî Girê Spî dibin dewreyeke perwerde dibînin û El-Zufeylî derbasî herêma El-Meyadîn a girêdayî Dêre Zorê dibe. Li Dêre Zorê bi jineke xwedî sê zarok re dizewicê.
Tirkiyeyê petrola DAIŞ´ê dikirî
El-Zufeylî got, çete 100 dolar û dozgeran 800 dolar pere digirt. Meaşê serçeteyan jî hîn zêdetir bû. Yasîn bi xwe jî her meh di navbera 35-50 dolarî de digirt.
Her wiha El-Zufeylî derbare têkiliya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de jî peyivî û got, “Tirkiyê di warê cebilxaneyê de, madeyên tendurûstiyê, xwarine, balafirên keşfê û teknîkê de bi DAIŞ re dibû alîkar. DAIŞ`ê jî beramberî wê petrol dida Tirkiyê.
Çeteyê Tûnisî Yasîn Boxatim El-Osman El-Zufeylî di dawiya gotinên xwe de got, “Tirkiyê û dewletên derve ji bo destwerdana herêmê, DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Me li Sûriyê li ser daxwaza Tirkiyê şerê Kurdan dikir.”
ALAN DAWÛD/ANHA/KOBANE