DAIŞ´ê 14 sivîl qetil kirin
Ji ber teqîna mayîna çeteyên DAIŞ`ê li herêma Şêx Necar a Helebê, 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Navê van sivîlan wiha hat eşkerekirin: Elî Mihemed Şebo (65), hevjîna wî Zelûxa (55), Elî Elî Şebo (30), Elya Mustefa Şebo (25), Mustefa Silêman Terko (75), Hîvîn Elî Şebo (9), Oso Ednan, Fehîme Mustefa Bekir, Xezale Ebûd Erbo, Nîdal Hemed, Elî Mihemed Hisên, Elîsara Oso Ednan.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistine, pirraniya qurbaniyan ji malbatekê ne, sê ji gundê Îska, 7 ji gundê Molana, 3 ji Berc Qas û yek jî ji gundê Basla ye. Cenazeyên 14 sivîlan li nexweşxaneyên Helebê be ne.