Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê êrişî noqteyeke Heşdî Şabî kir û di encama êrişê de endamekî Heşdî Şabî hate kuştin. Li gorî agahiyan doh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê ya bi ser Diyalayê ya Iraqê ve, êrişî noqteyeke endamên Heşdî Şabî kir. Êriş li dijî tabûra 23’yan a li gundê Elî Seedûn a li ser navçeya Xaneqînê pêk hat.Di encama êrişê de endamê Heşdî Şabî Xizer Ebas hate kuştin.
DIYALA