Kerkûk ji sê baskan ve bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê. Komên çete yên ji derve hatin tevî yên berê li bajêr bicîh bûbûn hevdemî êrîşî saziyên cemawerî û gel kirin. Hat hînbûn ku di encama êrîşa santrala enerjiyê ya li navenda bajêr de herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest da. Êrîşên çeteyan saet di 04:00’ê sibehê de dest pê kirin. Êrîşê bi çalakiyên xwekujî yê bombeyî dest pê kirin û paşê wergeriya şerê çekdarî. Êrîş li 5 taxên bajêr pêk hatin. Du çeteyên bombe li ser wan dema xwestin bikevin emniyeta Kerkûkê de hatin kuştin. Dîsa koma 4 kesî ya êrîşî qereqola polîsan kirin yek jê hate kuştin 3 jê jî bombeyên li ser xwe teqandin. Her wiha avahiya belediyê û otel a li bajêr jî bûne hedef û di êrîşan de 3 wesayîtên bombe barkirî hatin teqandin. 

Herî kêm 13 çete hatin kuştin

Rayeratên Kerkûkê ragihandin ku di pevçûnên derketin de herî kêm 13 çeteyên DAIŞ’he hatine kuştin. Doh di saetên nîvro de hate ragihandin ku hêna derdora 20 çete di bajêr de ne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku DAIŞ’î mîna komê biçûk ketine bajêr û li taxan di mal, camî û avahiyên resmî de bicîh bûne. Rayedaran jî ragihandin ku hin derdorên li navenda bajêr jî alîkarî daye çeteyan. Her wiha hate ragihandin ku cihê lê bicîh bûne hatine tesbît kirin û dorpêç kirin. 

Avahiyek kreşê ya ku li navenda bajarê Kerkûkê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatibû dagirkirin, bi balafirên şer ên girêdayî koalîsyona navneteweyî hat bombekirin.

6 pêşmerge şehîd ketin 

Hate ragihandin ku di encama êrîşa bixwîn a DAIŞ’ê de li Kerkûkê 6 pêşmerge şehîd ketine. Her wiha hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane jî hêna bi fermî ne hatiye aşkere kirin. Hejmara zêde ya sivîlên hatin qetilkirin li santrala enerjiyê ya li navenda bajêr e. 

Dema li navenda bajêr êrîş pêk hat de gundên derdora herhema Tilwerdê jî bûn hedef. Hat ragihandin ku êrîşa li dij gundên Muccemma Yermuk, Newafîl û Meryem Beg ji aliyê hêzên Kurd ve hate berterf kirin. Derbarê kuştî û birîndarê şerê li vê herêmê de agahî nehate bidest xistin. 

Ji ber êrîşan li Kerkûkê qedexeya derketina derve hate îlan kirin, ketin û derketina bajêr hate rawestandin. Dema nûçeya me amade dibû hêna li hin noqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê bicîh bûbûn operasyon û pevçûna berdewam dikir. 


KERKÛK