YPJ: Çeteya DAIŞ’ê bi kiryarên xwe yên hovane kiribû ku tirs bigire jin, zarok û mirovahiyê. Lê îro ev hêz li hemberî ruhê berxwedêr ê di şexsê YPJ’ê de serî ditewîne, çong datîne û teslîmî jinan dibe.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanî, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) peyamek da. YPJ’ê di peyamê de bal kişand ser giyana berxwedanê û di kesayeta Leyla Guven de berxwedana hemû jinên têkoşer silav kir.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye: “Em di demeke wiha de dijîn ku kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedana jinan lê mezin dibe. Bi vî ruhê têkoşîn û berxwedanê jinên Kurd û tevahiya jinên têkoşer ên li her çar aliyê cihanê îro, li hemberî hişmendiya baviksalarî ya ku kuştina jinan rewa dibîne, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Bêguman ev serketineke watedar e. Têkoşîna jinan di roja îro de bi giyaneke hevgirtî, bersivê dide pergala mêtinger ku xwe li ser tinebûna jinê, li ser nenaskirina vîna jinê, li ser piyan digire. Ev hişmendiya zordest li hemberî têkoşîna jina ku xwe bi têkoşîn, şerkirin û avakirina hişmendiya parastinê diafirîne, di şexsê çeteya DAIŞ’ê de ber bi têkçûnê ve diçe.”

DAIŞ teslîmî  YPJ’ê dibe

YPJ´ê di dewamê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê  û got; “DAIŞ ne tenê hêzeke çekdar bû; ew di serî de temsîlkarê hişmendiya mêrê serdest bû. Tevahiya jinan, mirovahî û cihanê dît ku çeteyên DAIŞ’ê hêzek e ku hemû nirxên civakî binpê dike. Di şexsê jinê de hewl dide ku rûmet, çand û exlaqê civakê ji holê rake. Tevahiya cihanê, mirovahî û jinan şahidiya vê hovîtiyê kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi kiryarên xwe yên hovane li dijî jin, zarok û mirovahiyê tevahiya cihanê di nav tirsa mirinê de pêçabû. Lê îro ev hêz li hemberî ruhê berxwedêr yê ku di şexsê YPJ’ê de bûye temsîla giyana hemû jinên têkoşer, serî ditewîne, çong datîne û teslîmî jinan dibe. Ev îfadeya rastiya têkoşîna jinan a vê serdemê ye.”

 

Mizgînî nemana DAIŞ’ê nêzîk e

YPJ´ê li ser pêngava dawî ya Dera Zorê ku bi pêşengiya jinan ber bi dawî ve diçe jî ev agahî da: “Hêza ku jin mehkûmî qefesan dikirin, îro bi destê YPJ’ê ku îlhama xwe ya têkoşîn û şerkirinê ji tevahiya têkoşîna jinan a cihanê digire, tê têkbirin. Wê di demeke nêz de mizgîniya têkçûna çeteya DAIŞ’ê ya li hemberî jinên di têkoşînê de bi israr in, were ragihandin. Ev têkçûna çeteyan, em îro di arîfeya rasthatina 8’ê Adarê û nêzîkbûna Newrozê de dijîn. Ev her du roj ji bo tevahî jinan û gelên berxwedêr xwedî wateyên dîrokî ne. Me YPJ’ê soz dabû şehîdan, ku heta azadiya tevahiya jinan neyê misogerkirin, têkoşîna me wê dewam bike. Em ê bi vê bîr û baweriyê ji vir û pê ve têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna armanc û xeyalên hemû jinan, têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin.”

Jin jiyanê diparêze

YPJ´ê di dawî de ev bang li hemû jinan kir; “Yekane rêya rizgariya jinê ya ji pergala qirrkirina jinê rewa dibîne, avakirina parastina xwe ye. Jina ku xwe biparêze, jiyanê diparêze; jina ku xwe biparêze civakê diparêze; jina ku xwe biparêze hemû nirxên civakî diparêze. Parastin ferz e. Em vê ferzê bi têkoşîn û şer li her qada ku jin lê dihilmije, ava bikin. Em bi vê wate û girîngiyê, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Careke din em 8’ê Adarê li hemû jinan, gelên ku têkoşîna jinan bi dilgermî hembêz dikin, di şexsê jinên îro di grevên birçîbûnê de û tevahiya berxwedêrên grevên birçîbûnê; her wiha li tevahiya jinên Bakûrê Sûriyê û jinên di van kêliyan de, di çeperên şer yên herî pêş de li ber xwe didin, pîroz dikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN