BÊRÎTAN SARYA / ANF/QAMIŞLO

Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ‘ê hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê jinûve bi rêxistin dike da ku weke hêzeke paramîlîter bi kar bîne. Li gorî agahiyan, hin ji çeteyên DAIŞ‘ê yên bi operasyonên QSD’ê tengav bûn, bi plana MÎT’ê bi rêya qeçaxçiyan derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Dewleta Tirk beşek ji van li nava artêşê, polîs û îstîxbaratê bi kar anî û hinek jî li nava civakê belav kirin.

Di nava MÎT’ê de dixebitin

MÎT’a Tirk ji niha ve endamên DAIŞ‘ê û malbatên wan ên li Tirkiyeyê jinûve birêxistin dike û yên ku karibin tevlî şer bibin jî tespît dike. Di vê çarçoveyê de hin ji çeteyên ku bi rengekî nerêxistinî reviyane Tirkiyeyê li kampan tên komkirin û jinûve tên birêxistinkirin. Ev kar bêyî navê DAIŞ’ê bê bikaranîn, bi rengekî gelekî veşartî tê kirin. Çend kes di nava MÎT’ê de dixebitin û ji bo endam û emîrên DAIŞ‘ê derbasî Tirkiyeyê bikin hatine wezîfedarkirin. Hin ji van kesan evên li jêr in:

Weke hêzeke paramîlîter bi kar tîne

Îsmaîl El Îdo: Bi navê Ebû Abdullah tê naskirin. Ji Girê Spî ye (Til Ebyad). Ji eşîra El Ilêmat e. Di nava DAIŞ‘ê de berpirsyarê çekan bû. Piştre derbasî Tirkiyeyê bû û niha bi MÎT’ê re kar dike.

Abdulbasî El Îdo: Birayê Îsmaîl El Îdo ye. Di nava DAIŞ’ê de şervan bû û li ser sînorê Tirkiyeyê wezîfe dikir. Penaber û endamên DAIŞ‘ê ji Sûriyê derbasî Tirkiyeyê dikirin. Niha bi MÎT’ê re kar dike.

Musîab El Bedir El Marûf: Bi navê Ebû Teyîr tê naskirin. Ji Girê Spî, ji eşîra El Meşhûr e. Di nava DAIŞ‘ê de wezîfedarê ewlekariya sînor bû û di nava îstîxbaratê de cih digirt. Niha bi MÎT’ê re kar dike.

Sadûn El Aşiq: Birayê Lesûûd Aşiq e. Endamê DAIŞ’ê Sadûn El Aşiq li Tiriyeyê bi MÎT’ê re kar dike.

Brahîm El Şoîa: Ji Girê Spî ye. Di nava îstîxbarata DAIŞ’ê de cih digirt. Niha li Tirkiyeyê bi MÎT’ê re kar dike.

Brahîm Elzakir: Bi navê Ebû Mûhammed tê naskirin. Ji gundê Mehken ê Meyadîn ê Dêra Zorê ye. Piştî ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir, derbasî qadên Şehbayê bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û tevlî çeteyên dewleta Tirk bû. Niha hatiye wezîfedarkirin ku çete û emîrên DAIŞ’ê yên xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê veşartine birevîne Tirkiyeyê.