Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) eşkere kir ku endamên DAIŞ‘ê di nava komên çete yên dewleta Tirk de hene ku niha li Rojava êriş dibin ser xelkê.

SOHR dibêje li gorî belgeyên di destê wê de “hejmarek ji kesên di nava refên artêşa çeteyan a dewleta Tirk (SMO) de, berê di nava refên rêxistina DAIŞ’ê de bûn.”

SOHR dibêje, DAIŞ’ê navê xwe guhertiye û “di nava refên artêşa niştimanî (çeteyên Tirk) de tevlî şer bûne.” SOHR tîpên destpêkê yê navê kesekî eşkere kir û diyar kir ku ew kes bi navê  “Ebû Usame El-Şamî” tê naskirin.

Li gorî SOHR’ê “Ebû Usame El-Şamî li Şamê sala 1993`an ji dayik bûye, sala 2012’an de li Xûta ya Şamê tevlî Cebhet El-Nusre bûye, paşê di sala 2014’an de tevlêbûna xwe ya DAIŞ‘ê radigihîne û di nava refên wê de li Xûta ya Şamê û gundewarên Siwêdayê şer dike.”

SOHR´ê wekî din got, “Ebî Usame El-Şamî sala 2017’an çûye Idlibê û li Tirkiyeyê eskerî hatiye perwerdekirin.”

Piştî dewre bi dawî dibe bi navekî din B.X.A vedigere û di nava komên girêdayî Tirkiyê de di nava operasyona Tirkiyê û komên girêdayî wê li dijî Efrînê de şer dike.”

Anhayê jî lîsteya 77 çete û serçeteyên DAIŞ´ê belav kir ku niha di nav çeteyên dewleta Tirk de êrişên dagirkeriya qirker dibin ser Rojavayê Kurdistanê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN