DAIŞ a xwe li ber derbên QSD’ê nagire li Mûsilê jî têk diçe.
Ragihandina Odeya Şer ya Operasyona Rizgarkirina Bajarê Mûsilê li ser malpera xwe ya fermî, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berpirsekî leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê yê taxa Îlah Zirahî û sê alikarên wî li Mûsilê hatin kuştin.
Di daxûyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên Dij Teror yên Iraqê, îro serê sibê li Mûsilê berpirsê leşkerî yê çeteyên taxa Îlah Zirahî a bajarê Mûsilê yê bi navê Ebû Eyûp El şamî li gel sê alikarên wî kûştine.”
Herî kêm 100 kûştî
Her wiha dîsa doh ragihandina Odeya Şer ya leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hinek êrîşên hewayî yên li herêmên ser bi parêzgeha Enbarê de herî kêm 100 çeteyên DAIŞ’ê hatine kûştin.
Her wiha Odeya Şer di daxuyaniyê de got: “Balafirên şer yên Iraqê 11 êrîşên asmanî li ser navendên DAIŞ’ê yên li Ene û Qayimî ya ser bi parêzgeha Enbar ê pêkanîn. Di encama êrîşên li Ene de 47 çete û êrîşên li Qayimiyê de jî 53 çeteyên DAIŞ’ê hatine kûştin. Di heman demê de kargehek ya çêkirina mîn, mûşek û bombebarkirina wesayitan ya DAIŞ’ê jî hatiye têkbirin.” Operasyoan Rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016’an de destpê kir û di 19’ê Sibata 2017’an de jî Operasyona Rizgarkirina Rojavayê Mûsilê hate destpê kirin.
MÛSİL