Di sînorê navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale, çeteyên DAIŞ’ê 5 leşkerên Iraqê kuştin. Doh di saet 04:00’ê serê sibehê çeteyên DAIŞ’ê di navbera navçeya Xaneqîn û Îmam Weyîs li sînorê Xaneqîna ser bi parêzgeha Diyale ve, êrîşî bargeheke leşkerên Iraqê kirin. 

Li ser mijarê fermandarekî polîsên parastina sînor ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirine û di encamê de 5 leşkerên Iraqê hatine kuştin.

Her wiha wî fermandarî got: “Ew bargehe dikeve herêmeke niştecihên wê Ereb in û erkê wan jî parastina boriya petrola herêma Neftxaneye ku diçe Bexdayê ye. Ev ne cara yekeme ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên bi vî awayî pêktînin. Carinan li ser rêyên wê herêmê mayînan jî bi cih dikin.” 

 

Li Daqûqê şikestin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser pêşmergeyên li nêzî gundê Ebû Mihemed ê navçeya Daqûqê ya Kerkûkê. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê doh saet li derdora 13.00’ê êrîş birin ser gundê Kurdên Kakayî yê bi navê Ebû Mihemed. Fermandarê Pêşmerge yê Daqûqê Amîd Araz ji ANF’ê re axivî û got, êrîş li nêzî ava Ruxanê pêk hatiye lê êrîş hatiye şikandin û kesek ji wan nehatiye kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê beriya bi sê rojan jî êrîş bi ser gundê Ebû Mihemed de biribûn û di êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketbibûn, 8 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Li Daqûqa ku li ser sînorê Hawîcê ya Kerkûkê ye, ku Hawîc di destê DAIŞ’ê de ye, li gel yekîneyên pêşmergeyan ên Heşdî Şabî û yekîneyên pêşmergeyan ên Kakayî her wiha pêşmerge û hêzên asayîşê yên bi ser PDK’ê û YNK’ê ve jî hene.


Li Til Eferê depoya çekan a DAIŞʹê hate teqandin

Depoya cebilxaneyan a DAIŞʹê li navçeya Til Efer a Iraqê hate rûxandin. Çavkaniyekî ji bajarê Tilefer ji saziyên çapemeniyê yên herêmî re ragihand ku teqîn di hundirê depoyên cebilxaneya ya herî mezin a DAIŞ`ê de pêk hatiye. Di encama teqînê de Depo bi tevahî şewitiye. Çavkaniya ji Supeting re kesekî nenas bi awayekî veşartî derbasî depoyê bû û depo teqand. Hate zanîn ku piştî teqînê panîk ketiye nava çeteyên DAIŞ`ê.


 MÛSIL