Navenda tenduristiyê ya ku çeteyan DAIŞ′ê rûxandibû, wê di demeke nêz de ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve were vekirin.
Li bajarê Til Temirê gelek avahî û saziyên sivîl di encama teqînên çeteyên DAIŞ′ê de hatin rûxandin. Yek ji wan navendan jî navenda tenduristiyê ku bi temamî hatibû rûxandin e.
Piştî ku navenda tenduristiyê hat rûxandin, şêniyên bajêr ên nexweş neçar man ku ji bo dermankirinê biçin bajarên Hesekê û Serekaniyê.
Heyva Sor a Kurd ji bo pirsgirêkên bajêr ên tenduristiyê çareser bike, navendeke nû ava kir. Navend li navenda bajarê Til Temir e.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a bajarê Til Temir, Hesen Emîn anî ziman ku ew ê di demeke nêz de navenda tenduristiyê ku nû ava kirine, vekin.
Her wiha Emîn da zanîn ku ew ji ber kêm derfetiyê di vekirina navendê de dereng mane û piştî ku navend vebe, ew dikarin hemû rewşan pêşwazî bikin û got: "Navenda me wê nexweş û birîndaran bê pere derman bike û em dikarin emeliyatan jî bikin".
24 saetan xizmeta gel
Emîn di nava gotinên xwe de diyar kir ku nobedariya bi şev jî wê li navendê hebe.
Derbarê derman û alavên tendurûstiyê de jî Emîn got, hinek cureyên derman û alavên tenduristiyê kêm in û em bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku di vê mijarê de bi me re bibin alîkar.
Di dawiyê de Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Hesen Emîn anî ziman ku koma wan a Heyva Sor a Kurd amade ye li navendê bixebite.
TIL TEMIR