
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê bi rengekî serketî dewam dike û ragihand ku li aliyê baskê çaremîn ê operasyonê 9 gund, 3 gundik hatine rizgarkirin û zêdeyî 20 çeteyan hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Bakurê Reqayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêngava di 24'ê Gulanê de destpêkirî, bi pêşketina baskê çaremîn ê li rojhilatê Çemê Firatê dewam dike.
Zêdeyî 20 çete hatin kuştin
Navendê diyar kir, vî baskê operasyonê heta niha qadeke bi dirêjahiya 6 kîlometre, ku ji gundên Cenef El Ehmer, Xişxaîş Kebîr, Bire El Emal, Mênhal Selal, Ebû Sefa, Rumela, Rumelat, Heci Elî, Nuqut û 3 gundikan pêk tê, ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
Navenda da zanîn, di vî şerî de zêdeyî 20 çete hatine kuştin û termê 15´an ji wan ketine destê hêzên wan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama lêgerîna li herêmê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin û li ser mijarê ev agahî dan: "5 çekên katyûşa û 2 guleyên wê,1 hawana 120mm û 4 hawanên din bi dest hatin çêkirin,1 çeka doçka 14,5mm, 1 çeka doçka 12,5mm û 1 sindox fîşekên doçka 12,5mm, 12 çekên kleşê, 1000 fîşek, 3 rext û 6 şarjorên kleşê, 2 çekên Bruno, 3 roketavêjên B7 (RPG), 5 roket, 3 bêtel, 10 bombeyên destan, 1 dûrbîn, 1 avometre, 2 zincîrên BKC, 1 dewra mayînê, 1000 fîşekên BKC û 2 zincîrên wê, 1 dûrbîna doçka, 1 dûrbîna hawanê, 1 dûrbîna termal, gelek belge û alavên din ên leşkerî."
3 şervanan jiyana xwe ji dest da
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vî şerî de 3 şervanên me yên bi lehengî şer kirî, gihîştin şehadetê û 5 şervanên me jî birîndar bûn."
Êrîşên li herêma Ezazê
Navendê wekî din da zanîn ku li Kefel Kelibin a herêma Ezazê di navbera 'Artêşa Azad' û çeteyên DAIŞ'ê şer giran bûye û got, "Artêşa Tirk bi obusan piştgiriya Artêşa Azad dike."
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji YPJ’ê xwestin ku jinên Reqayê rizgar bike
Jina bi navê Meryem El-Xelef ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê tevî malbata xwe ji Reqa koçber bûye û niha li Kampa Mebrûka dijî, bang li YPJ’ê kir da ku jinên Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike.
Jina bi navê Meryem El-Xelef (35) dayîka 7 zarokan e û ji ber kiriyarên komên çete yên DAIŞ’ê tevlî zarokên xwe û hevjînê xwe ji Reqayê koçber bûye, di kampa Mebrûka ya koçberan de dijî.
Meryem serpêhatiya xwe û jinên Reqayê ji ANHA’yê re vegot. Meryem El-Xelef da zanîn ku jinên Reqayê ji ber kiryarên çeteyan nikarin tiştekî bikin û got: “DAIŞ’ê jin xistine halekî xirab. Jin Mecbûr in ku li gorî fermanên wan tevbigirin. Tenê dikarin tevlî tabûra Xensa a girêdayî çeteyan ya Reqayê bibin. Li gorî şerîeta DAIŞ’ê hemû titş li ser jinan hatiye qedexekirin. Ên li gorî qanûnên wan tevnagerin têne cezakirin. Rastiya jiyana wan gelekî bi êş e, em nikarin jiyana wir terîf bikin.”
Cezaya gezkirinê
Meryem da zanîn ku komeke jin ku navê edadat (Kizkar) li wan dihat kirin li kolanan digeriyan û dema jinek didîtin ku qanûnên DAIŞ’ê binpê dike, ew gez dikirin û got: “Jin dibirin dadgeha wan a şerîetê û li wan de gelek ceza dihatin birrîn. Herî zêde jin dihatin qamçîkirin.”
Meryem dema agahiyên operasyona rizgarkirina Reqa ku hêzên QSD’ê dane destpêkirin bihîst, tevlî malbata xwe ber bi katnona Cizîrê ve koçber bû.
Di dawiya axaftina xwe de Meryem El-Xelaf bang li Yekîneyên Parastina Jinê kir da ku di demeke nêz de jinên Reqayê ji hovîtiya DAIŞ‘ê rizgar bikin û serkeftin ji şervanên YPJ‘ê re xwest.
ANHA/SERÊKANIYÊ