Li heramê Başûrê Kurdistanê ji bo çeteyên DAIŞ´ê kampên perwerdê yên taybet hatine amadekirin. 793 DAIŞ’iyên li başûrê Kurdistan û Îraqê hatibûn girtin, di bin kontrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara KDP’ê de li kompek taybet a li navçeya Zawîtê ya Dûhokê hatine bi cihkirin. Li herêma ku PDK´ê bi rêve dibe, ji sala 2014’an û vir ve, 793 DAIŞ’yên li herêmên Şengal, Rabîa, Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê hatin girtin di vê kampê de dimînin.
Di kontrola parastinê de ne
Ev komên çeteyên DAIŞ’ê, di sala 2014’an de, di serî de Mûsil û herêmên li ser sînor bi cih bû û dû re di demek kurt de herêmên girêdayî Mûsîlê dagir kirin. Pişt re Pêşmergan û Artêşa Îraqê bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî dest bi operasyonekê kirin û piştî salekê Mûsil ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar kirin. DAIŞ’iyên li herêmê serweriya xwe winda kirin, di çarçoveya peymanan de teslîmî PDK’ê bûn. Hat zanîn ku 793 DAIŞ’iyên di girtîgehên herêmê de girtîbûn, di kontrola Parastina birêxistinkirî ya îstîxbara PDK´ê de, sewqî “kampên taybet” ên li navçeya Zawîtê ya Dihokê hatin kirin.
Bi DAIŞ’îyan re civiyan
Di kampên qalkirî de, DAIŞ’yan pergala xwe avakirine û Ebû Kewser Sûrî yê 59 salî yê ku tê gotin şêwirmenditiya Serokê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî kiriye ji bo berpirsiyartiya kampê hatiye hilbijartin. Hat îdîa kirin ku Endamê Parastinê yê berpirsê maseya DAIŞ’ê Qasim Lencî Zêbarî her roj diçe kampê û bi rêveberên DAIŞ’ê re civînan li dar dixe.”
NAVENDA NÛÇEYAN