TJK-E: Em bang li gelê Kurd bi taybetî jinan, li hêzên demokrasiyê, tevgerên jinan û dostên xwe dikin ku bi rengekî aktîf beşdarî çalakiyên rûreşkirina komployê bibin. Rêberê azad Kurdistana azad e.
TJK-E´yê di salvegera 20´an a bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di serî de jin bang li tevahiya gelê Kurd kir ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina bêbextiya 9´ê Cotmehê bibe.
TJK-E´yê îşaret bi dewra Ocalan a di pûçkirina komployê de kir û got, “Xeta jinên azad ku di nava têkoşîna li dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye garantiya jiyana azad.”
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk û tevgerên jinan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê bibin.
Esasê êrişan rejîma qirrkirinê ye
TJK-E’yê got, ew sala 20´an a bêbextiya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê weke saleke girîng a têkoşînê pêşwazî dike û wiha dewam kir: “Komplokeran di nava 20 salên bihurî de kir û nekir, nekarîn armanca xwe pêk bînin û li pêşiya xurtbûna îradeya azadiyê ya gelê Kurd nekarîn bibin asteng. Hêzên ku fêhm kirin nikarin pêşî li sîstema gelê Kurd bigirin, dixwazin komplo û polîtîkayên tinekirin û qirrkirinê yên xwe dispêrin şer ji nû ve bixin rojevê. Di esasê van êriş û polîtîkayên şer de rejîma qirrkirina gelê Kurd heye.”
TJK-E´yê got, polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê, sîstema tecrîdê weke sîstemeke êşkenceyê li dijî mirovahiyê û hemû hêzên azadîxwaz tê birêvebirin û wiha pê de çû: “Dewleta TC a faşîst van sê salên dawî bi kiryarên herî giran radibe. Dewleta TC a faşîst êşkenceyeke giran li mirovahiyê, gelan, jinan, ciwanan û li ‘Rêberê Azadiyê’ dike.”
DMME bû şirîkê dewleta Tirk a faşîst
TJK-E´yê ev polîtîkaya weke êrişa li dijî paradîgmaya modernîteya demokratîk a Ocalan û pê re jî li dijî hêvî xeta jiyana azad a gelan nirxand û got, “Ev sê sal in têkiliya Rêberê me bi derve re bi temamî hatiye birrîn, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin û der barê tenduristî, ewlekarî û jiyana wî de agahiyek bi dest nakeve. Di rewşeke wiha de CPT hîna jî xwe li vê rastiyê kor dike. Ev helwêsta CPT´yê ne ya qebûlkirinê ye. Li gel vê yekê, herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara ‘Êşkence li Ocalan nehatiye kirin’ da. DMME’yê bi vê biryara xwe, pêşî li êrişan vekir û di mijara zext û êşkenceya li Rêberê me de bû hevkarê dewleta faşîst a Tirk.”
Rêberê azad Kurdistana azad e
TJK-E´yê îşaret bi metirsiya ji ber cezayê hucreyê yê di nava hucreyê de yê li Ocalan birrî jî kir û wiha çêl li çalakiya Umît Acar kir: “Şehîd Umît Acar di hest, fikir û ruh de bi mezinahiya metirsiyê hesiya û bi çalakiya xwe got, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Bi vî rengî bû nav û biryardariya her kesayetên Kurd wê li dijî êrîşên li ser Rêberî canê xwe bikin sîper û azadiyê misoger bikin.
Xeta jinên azad ku di nava têkoşîna li dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye garantiya jiyana azad. Li dijî êrişên nû yên hêzên komploker ên navneteweyî, weke tevgera jinên azad em bi biryar in ku li her warî li ber xwe bidin. Em bang li gelê xwe dikin bi taybetî jî li jinan, ku li her meydanê tevlî vê berxwedanê û pêvajoya avakirinê bibin û bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “6 ta 9’ê Cotmehê wê ji bo rûreşkirina komploya navneteweyî çalakî werin lidarxistin. Em bang li gelê Kurd bi taybetî jinan, li hêzên demokrasiyê, tevgerên jinan û dostên xwe dikin ku bi rengekî aktîf beşdarî van çalakiyan bibin. Rêberê azad Kurdistana azad e.“
NAVENDA NÛÇEYAN
Navendên çalakiyan
Çalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê îsal wê di serî de Bruksel û Strasbourg, li gelek bajarên din ên Ewrûpayê li dar bixin. Cih û demên hinan ji van çalakiyan ev in:
BRUKSEL: 9´ê Cotmehê saet 13:00´an li Rond-Point Schuman, 1040-Bruxelles
STRASBOURG: 9´ê Cotmehê saet 14:00´an li Conseil de L’Europe, Avenue de L’Europe/ Strasbourg
MARSÎLYA: 9´ê Cotmehê saet 14:00´an li Meydana Canabier
KOPENHAG: 6´ê Cotmehê saet 13:00´an li Vesterbros Torv
BASEL: 6´ê Cotmehê saet 14:00´an li Theodorskirchplatz
LONDON: 7´ê Cotmehê saet 14:00´an li Edmonton Angel Corner, li pêşiya Liddle a Totthennamê
LÎMASOL: 9´ê Cotmehê saet 18:30´an li pêşiya şaredariya Lîmasolê