Parêzerên ji Kerkûkê li ser alaya li Kerkûkê hatî rakirin anîn ziman ku daliqandina ala Kurdistanê li Kerkûkê mafekî qanûnî ye û destnîşan kirin ku nerazîbûnên tên nîşandan, ne rast in. Yek ji parêzeran Arî Cebarî nêrînên xwe û yên hevalên xwe anî ziman û got: “Bi dîtina me, di pêvajoya azadiya Iraqê ya sala 2003’an de, di qanûnên hatin danîn de pirsgirêka Kerkûkê bi rengekî cidî nehat nirxandin. Kurd di wê demê de yekane beşa civakê bû ku hêz di destê wan de bû û bi vê hêza xwe dikarîbûn zextê li beşên din ên civakê bikin û Kerkûkê weke bajarekî Kurdan bidin qebûlkirin. Dikarîbû pêşî li vê rewşa cihê nîqaşê bigirta. Lê belê di destpêkê de xala 58. û piştre jî xala 140. a destûra bingehîn hatin çêkirin û di vê rewşê de hate hiştin. Bi dîtina min, divê parlamenterên Kurd ji bo herêmên nîqaş li ser tên meşandin tevlî herêma Kurdistanê werin kirin, têbikoşin. Ji ber ku Kerkûk ji aliyê dîrokî ve bajarekî Kurdan e.”
Li ser Şengalê lîstikan dikin
Cebarî diyar kir ku ew piştgirên biryara meclîsa bajêr in û wiha pê de çû: “Li gorî qanûnê jî ev biryar di cih de ye. Gel destekê dide vê biryarê. Nayê qebûlkirin ku ev al ji niha û pê ve were danîn. Eger ev bibe, wê ji bo siyaseta Kurd şermeke mezin be. Niha jî dixwazin balê bikişînim ser Şengalê. Ji ber ku Şengal di nava xala 140. de cih digire. Pêwîst e hikûmeta Bexdayê û hikûmeta herêmê nehêlin ku dewleta Tirk li ser Şengalê lîstikan bilîze. Li gorî qanûnên navneteweyî, mafek e ku li dijî vê bisekinin. Herêma Kurdistanê jî bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî ye. Pêwîst e her du hikûmet jî di vî warî de helwesteke rast nîşan bidin û mafê ku qanûnên navneteweyî didin wan, bi kar bînin, li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng.”
ANF/KERKÛK