Damezrênereke FEMENê mirî hat dîtin
Endama damezrîner a Femenê, Oskana Shachko li mala xwe ya li paytexta Fransayê Parîsê mirî hate dîtin.
Endameke din a damezrîner a Femenê, Anna Hûtsol, ji Radyoya Azad a Ewrûpayê (Radio Free Europe/Radio Liberty, RFE/RL) re axivî û mirina aktivîsta tevgera Femen, Oksana Shanchko piştrast kir.
Hate ragihandin ku cenazeyê Shanchko ya 31 salî, li mala wê ya li Parîsê hatiye dîtin.
Anna Hutsolê li ser mijarê wiha peyivî, “Bi qasî ez dizanim, fikarên wê hebûn ku her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe” û got, “di dema dawî de zêde têkiliya min bi Shanchkoyê re nîn bû”.
Tevgera Femen jî di malpera xwe de derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, “Shancko ya herî bêtirs û bê parastin, em li pey xwe hiştin. Em êşa malbat û dostên wê parve dikin û li benda daxuyaniya fermî ya polês in.
Tevgera Femen a ku ev nêzikî 10 salan e ku pêşî li Ûkraynayê ava bûbû, bi gelemperî bi çalakiyên sîng bi derî dihatin nasîn û bal kişandibûn li ser xwe. Endamên tevgerê ku ji bo gelek pirsgirêkan çalak bûn, bi peyamên li ser bedena xwe dinivîsîn, bi taybetî civînên siyasî sabote dikirin.
Derbarê mirina Shanckoyê de niha tenê tişta tê zanîn ew e ku roja 23 Tîrmehê cenazeyê li mala wê ya li Parîsê hatiye dîtin. Endama tevgera Femen, Oleksanda Shevchenko ji BBC’yê re axivî û anî ziman ku, “Herî dawî 20’ê Tîrmehê Oksana Shanchko hatiye dîtin û dîroka mirina wê ne diyar e. piştî otopsiyê wê encamên şênber derkevin holê.” ANF/PARÎS