Danezana HDP’ê ya hilbijartina 7’ê hezîranê li Navenda Çandê ya Mustafa Kemal a Stenbolê hat aşkerakirin. Ketina navçeyê bi rengên kesk, sor, zer û mor û alên HDP'ê hat xemilandin û pankrat hatin daliqandin. Namzedên HDP'ê û gelek rojnameger tevli bernameyê bûn.
Piştî silavkirin bi gelek zimanan Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag diyar kir ku ew gelek bi heceyan in û wiha got: “Em gelek bi heycan in ji ber ku em ketin rêyekî gelek girîng. Ev danezan neynika nirxên têkoşîna me ye. Me hemû nirxên xwe kom kirin û me kirin bername. Di vê danezanê de keda me heye. Em ev danezan bi tevlibûna hemû derdorên tên tepisandin, kedkar, xwendekar û karkeran amade kir. Desthilatdara siyasî hewl dide hemû hêza gelên Tirkiyeyê mêtinger bike. Em dixwazin hêza biryargehî ya Tirkiyeyê nexş bikin. Êdî hêvî bi pêşerojê re li hev hat. Hêza xeyal azad bû û gel ji bo jiyana nû ava bikin pêş de diçe. Danez bû kabûsa siltan û bû baweriya xeyala hemû gelan e. Wan dest bi dîtina kabûsan kir û dê hêj kabûsan bibînin. Lê me hêza înşaya jiyana nû pêk anî danî holê.”
Encama têkoşîna salan e
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku bi danezana HDP’ê li şûna tirsa li Tirkiyeyê cihê xwe ji hêviyê re hişt û wiha axivî: “Em hêvî dikin li şûna tirsê hêviya HDP’ê cih bigire. Em danezana bi keda têkoşîna salan made kir em parve dikin. Êdî em ji xizaniyê bêzar bûn. Êdî li wî welatî dengê çek, bombeyên gaz, cop, panzer û TOMA dîtin bêzar bûn. Em êdî dizanin bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Em dê jiyanekî hevpar a ku em hemû bi ve re bijîn ava bikin. Em ê li ser erdnîgariya xwe jiyana nû ya ku di navenda wê de mirov heyî bidin destpêkirin. Em neçar in li cihê mirovahî ketî rabikin. Ev deynê HDP’ê ye.” Axaftina hevserokan bi “Bangewaziya mirovahiya mezin” dest pê kir. Danezana HDP’ê ku ji hêla her kesî ve dihat meraqkirin ji 12 sernavan ji 50 rûpelan pêk hat, hat aşkerakirin. Her wiha Demîrtaş herî dawî ev bang li gelan kir: “Tovekî jî hûn biavêjin bexçeyên kulîlkan.”
DÎHA/ENQERE