Piştî kongreyê danezanek hate weşandin û wiha hate gotin: “Em dixwazin ku li Tirkiyeyê pêkanînên kêyfî yên ku li dijî girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ku maddeya makezagonê ya ji bo jiyana tendurist a di bin ewlehiya dewletê de binpê dikin, bi dawî bibin û ev pirsgirêka giran di demeke herî zû de çareser bibe.”

Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê bi beşdarbûna nêzî 700 bijîjkên tibê û diranan ku ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkî û dîasporayê hatine bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ingilizî bi sermijara nexweşiyên înfeksiyonê pêk hat. Di kongreya ku di navbera 15-16-17’ê gulanê hate lidarxistin de li ser xizmetên tenduristiyê yên parêzker û bergir in hate sekinîn. Hat bilêvkirin ku şert û mercên tenduristbûnê; ekosîstemeke jiyanbar, paqij û derdoreke bêşer û aştiyane ne.
Di kongreyê de yekemîn car rûniştineke bi zimanê Suryanî-Aramî jî hat lidarxistin. Dîsa di vê kongreya de bi rêya konferansa vîdyoyê (telemedicine) 2 penaberên li kampa penaberan a li Duhokê hatin tedawîkirin. 

Kongreya Diranan jî hate lidarxistin

Di bin banê kongreyê de bijîjkên diranan bi rûniştinên paralel Kongreya Bijîjkên Diranan a Mezopotamyayê ya Yekemîn jî li dar xistin. Pê re, roja pêşîn ji hêla bijîjkên ku transplantasyona orxanan çêdikin pêşkêşiyên di vî warî de pêşkeş kirin. 

Karesata Somayê nehate ji bîrkirin

Di kongreya de bîranînek ji bo karkerên ku di karesata Soma’yê de jiyana xwe ji dest dan pêk hat û hat diyarkirin ku sedema vê tevkujiyê taşeronkirin, negirtina tedbîrên ji bo ewlehiya kar û tenduristiya karkeran û timaya kara zêde ye. 

Şerê li Rojava

Şerê li Suriye û Rojava jî hate rojeva kongreyê û hate diyarkirin ku kurd li Rojava hewl didin ku modelekê ava bikin ku hemû taybetiyên etnîk, olî û mezhebî xwe tê de temsîl bikin û hemû kes bi awayekû wekhev, laîk û demokratîk bi hev re bijîn. Di kongreyê de biryar hatin stendin ku li Ewrûpa, Tirkî û Kurdistana Federal komîteyên tenduristiyê ava bibin ku hewcedariyên Rojavayê di warê tenduristiyê de weke alavên tibî, derman û alîkariya pîşeyî û zanistî pêk bînin. 

‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

Her wiha di kongreyê de rewşa girtiyên nexweş yên di girtîgehan de jî hate nîqaşkirin û wiha hate gotin: “Em dixwazin ku li Tirkiyê pêkanînên keyfî yên ku li dijî girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ku maddeya makezagonê ya ji bo jiyana tendurist a di bin ewlehiya dewletê de binpê dikin bi dawî bibin û ev pirsgirêka giran di demeke herî zû de çareser bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Li aliyê din kongreyê biryar da ku Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ya Heftemîn û Kongreya Bijîjkên Diranan ya Duyemîn bi awayekî xurttir sala pêşiya me li Wanê were lidarxistin.

DÎHA/MÊRDÎN