28’emîn danişîna doza KCK’ê ya li Amedê sibe tê birêvebirin û di çorçoveya biryara darizandina bi komel ya berê de, çav li rê ye ku Nîzamettîn Onar, Zeynel Mat, Îhsan Sevîktek, Abdurrahîm Tanriverdî, Adnan Bayram û Veysî Akar bên darizandin.
Di danişîna borî de Dozgerê Komarê Levent Kaya xwestibû doz vebiguhêzin bajareke din. Ji ber wê jî biryara ku wê sibe ji aliyê dîwana dadgehê bê dayîn tê mereqkirin.
Di doza ku 7 hezar û 500 rûpel îdianameya wî heye de daxwaza parastina kurdî nehatibû qebûlkirin û ji bo 28 rêveberên DTP'ya hatiyee girtin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" "li dijî zagona meş û xwepêşandanan rabûne" û "porpagandaya rêxistinê kirine" tên tawanbarkirin.
12 şaredarên BDP'yî, 2 serokên meclîsên giştî yên bajaran, 2 endamên meclîsa şaredariyan bi îdiaya "rêbeverên rêxistinê ne" "alîkarî dane rêxistinê" tên tawanbarkirin, Parlementer Selma Irmak û Kemal Aktaş ên ku di hilbijartinên 12'ê Pûşperê de wekî parlamenter hatin hilbijartin û Hatîp Dîcle yê ku parlamenteriya wî ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hate betalkirin jî di nava kesên ku tên darizandin de hene. Ji bo 152 kesan ji 5 salan heta muebetê ceza tê xwestin.
ANF/AMED