Di çarçoveya yekrêzî û hevgirtina tevahî partiyên Kurdî yên li Rojava de, xebata ku QSD’ê daye destpêkirin, bi hevditînên piralî dewam dike.

Di hevdîtinan de Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku wexta ku mirov hema welê ji dest bidê, nemaye, divê xebatên yekîtiyê bigihînin encamê.

Piştî daxuyaniya Desteya Kar û Barên Hundirîn a  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê ya bi armanca yekitiya Kurdan ku tê de gotibû êdî partiyên di nava ENKS‘ê de dikarin buroyên xwe li herêmê vekin û bê şertên pêşîn xebatên xwe bidomînin, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi armanca avakirina yekitiya kurdî bi nûnerên gelek partiyên siyasî yên Kurd re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî hevdîtin bi nûnerên Partiya Demokratîk ya Pêşverû, 5 partiyên Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê kir.

Di hevdîtinan de rêveberên Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwîş, Ehmed Berekat, Ehmed Silêman, Hisên Çeto, ji partiyên Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê rêveber Emced Osman, Mustefa Meşayîx, Salih Gedo, Fewazî Şengalî, Nesredîn Îbrahîm, ji Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih û Ebdulsemed Xelef Biro amade bûn.

Divê em vê xebatê bi encam bikin

Di hevdîtinan de fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî agahî der barê rewşa dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dan, her wiha nêrîn û pêşniyarên partiyên kurdî yên der barê yekrêziya kurdî de derketin pêş.

Nûnerên partiyan jî rola QSD‘ê ya di avakirina yekitiya kurdî de û girîngiya pêşxistina van hewldanan ji aliyê partiyên kurdî ve destnîşan kirin.

Têkildarî mekanîzmaya pêkanîna yekrêziya kurdî Ebdî got: "Êdî dem û wextê ku vala were derbaskirin nemaye, divê em vê xebatê bi encam bikin û li benda tu hêzên derve nemînin. Divê ji bo vê xebatê em hemû bi hev re bigihin hevgirtinekî û yekrêziya xwe çêkin."

Em ê erka xwe bi cih bînin

Di hevdîtinan de li ser têkilî û danûstandinên li gel rejîma Sûriyê re tên kirin jî hat guftogokirin. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî rewşa heyî ya dan û standinên li gel rejîma Sûriyê agahî da.

Nûnerên partiyan ku beşdarî hevdîtinan bûne ji keyfxweşiya xwe ji bo vê xebatê anîn ziman û gotin ew amade ne erka dikeve ser milên wan bi cih bînin da ku di zûtirîn demê de ev xebat were encamdayîn. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN