Enîsa Reşo ji dayîka xwe fêrî bijîşkiya xwezayî bûye û keça xwe jî fêrî vî karî dike. Ev hekîmiya ku di nava xelkê de wekî doktoriya Kurmancî tê nasîn, ji bo hin nexweşên ji gundên derdorê derman e.

Welatiya bi navê Enîsa Reşo ya 64 salî li gundê Ciwêq ê kantona Efrînê ji dayik bûye. Ji ber nêzîkatiyêndibêjin, jin nikare bixwîne ji dibistanê mehrûm maye.

Dayika Enîsa ji giya dermanên xwezayî çêdike û ew jî li ber destê dayîka xwe dixebitê û fêrî çêkirina dermanên xwezayî dibe.

Piştî ku dayîka Enîsa wefat dike, şêniyên gundê Enîsa wê teşwîq dikin ku karê dayika xwe bidomîne.

Çolter û çiya dermanxaneya ne

Enîsa giya ji çol û bejahiyan, ji çiyê û çolterê ber hev dike, carinan jî neçar dimîne ku ji dikanan bikire û dermanên xwezayî çêke.

Dayika Enîsa ji nexweşiyên çêrm, bawesîr, êşa piştê û hestiyan, gurçik, edabgirtinba zengelokan, lewzat, vekirina rehên dil, nexweşiyên jinan û sivikirina êşên şikandinê û zerikbûnê re dermanan çêdike.

Ji gundê wê û yên derdorê kesên nexweş diçin cem Enîsa û xwe derman dikin. Di mehekê de qederê 15 heta 20 nexweş diçin cemê û ew wan bi berdêleke sembolîk derman dike.

Dayika Enîsa ji bo nexweşiyên çêrm di dest pê dike, çermê zindî radike û xwêya tû û mewîjan bi kar tîne. Di merheleya duyemîn de jî hingiva xwezayî, ardê genim û ceh û ava kesidandina sêvan li gorî pîvan û rêbazên cuda bi kar tîne. Her wiha ji bo dermankirina nexweşiya edabgirtina lewzat û zengelokê, giyayê simaq û hindek xwê bi kar tîne. Êşa gurçikan jî bi giyayê dêmerkêlan tevlî hinek giyayên din dike û derman dike.

Her êşek dermanekî xwe heye

Êşa hestî û piştê jî bi gihayê kemberê yê tevlîardê ceh û zeytê kirî derman dike. Ji bo nexweşiya zikçûyînê, rebo û zêdebûna dohnê di nava xwînê de jî ava hinaran dikelîne û wekî derman bi kar dide anîn. Nexweşiya zerikê jî bi ava giyayê hencûr wekî nûqteyan ji bo bêvilê derman dike.

Dayîka Enîsa Reşo têkildarî armanca xwe bi vî karî, ji aliyê tendurûstiyê ve alîkariyê bike bi welatiyan re. Enîsa destnîşan kir ku di nava dermanên xwezayî de madeyên kîmyewî tinene û zêde ziyanê nadin tendurûsitiya mirovan.

Ji niha ve dayîka Enîsa keça xwe li ber destê xwe fêrî çêkirina dermanên xwezayî û dermankirina hin nexweşiyan dike.


NARÎN EMÎN / ANHA / EFRÎN