Şanoya Çiya, lîstika xwe ya bi navê ‘Dara Jiyanê’ ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40´an a PKK’ê de amade kir, pêşkêşî gerîla kir. 

Koma gerîla ya şanoyê a bi navê ‘Şanoya Çiya’ ku di bin sîwana Akademiya Çand û Huner a Şehîd Sefkan a TEV-ÇAND’ê de dixebite, lîstika xwe ya bi navê ‘Dara Jiyanê’ ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40´an a PKK’ê de amade kir, pêşkêşî gerîla kir.

Di lîstika nû de qala bûyerên 26-27’ê Mijdara 1978’an ên li gundê Fîsê yê ser bi Licê tê kirin û civîna damezrandina PKK’ê û malbata Zogûrlû mijara lîstikê ne.

Lîstika ku ji aliyê Medya Doz, Ekîn Ronî û Kurdê Tavya ve hat nivîsandin, ji aliyê lîstikvanên Şanoya Çiya ve hat amadekirin. Lîstika ku 9 kes tê de dilîzin, 50 deqeyan dewam dike.

Lîstik di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40´î ya PKK’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 caran hate nîşandan û gelekî bal kişand ser xwe.


ANF / BEHDÎNAN