Xwedê dizane di nava Kurdan de gotina pêşiyan ya herî belav û variyantên wê zêde, ‘Destikê bivir ne ji darê be, dar nakeve’ ye. Variyantên bi ‘kurmê darê’ jî hene. Mirov bivê nevê pirsa ‘çima’ xwe li mejiyê mirov badide. Diyar e ne bîla sedem e.
Hinek wan rebenên cerdevanan di vê çarçoveyê de mînak nîşan didin, lê ya rastî vî miletî ji mêj ve ji bo yên piştî cerdevanan hatî got, ‘rehme li gora kefendiz’. Ma ewên ku aqil didin zaliman, ewên rê nîşanî wan didin, ewên destê wan digirin van rojên ku zalim bi zalimiya xwe eşkere dijminê Kurdan e, hezar carî ji cerdevanan ne xirabtir in ? Ma gelo, ne heq e mirov ‘rehmê bîne li gora kefendiz’ ? Mirov beriya li rastiya afirandî mikur were, divê pêşî li rastiya xwe mikur were û binihêre ka ew ‘destikê bivir’ li ku ye û kî ye ! Lewma elaqeya rastiya afirandî û destikê bivir bi hev re heye.
Ji bo xapandina raya giştî yan jî çêkirina rayeke giştî ya nû pêdivî bi rastiyeke afirandî heye, ji bo vê jî pêdivî bi amûrên ragihandinê heye. Ha ev amûr, weke ku ji darê werin verotin, dikarin ji mirovan jî werin verotin û weke amûrên bi kêr hatî yên ragihandinê werin bikaranîn. Ango, heke Kurdistan yan jî gelê Kurd mirov weke dareke heşîn û zindî texeyul bike hingê ev amûrên di destê zaliman de jî weke destik û darên hişk ên di destê darvan û şivanan de ne.
Li gelek qonax û mekanan ev destikên bi kêra ‘dijminan’ tên hene. Ez ê li mekanên Kurdistanê îro behsa wan nekim, ji ber ku ev cih ne cihê wê ye. Ez ê li ser mekanê çapemenî û partiyên siyasî yên Tirk behsa wê bikim. Ji bo afirandina rastiyeke derew, pêdivî bi bêjeran heye ku vê derewê weke rastî her îfade bikin, ducarî, sêcarî û dehcarî bikin, heta hezar carî bikin. Ji bo di nava raya giştî ya Tirk de bi kêr werin destikên ne ji dara Kurdistanê jî bi kêr tên, lê ji bo ku nisbî jî be li dijî dara Kurdistanê bi kêr werin, ha destik û çoyên ji vê darê birî meqbûltir diyar in. Ha, Kurdistan û gelê Kurd weke berê bi wan naxape û bazara rastiyên çêkirî yên van derûvanan kesad û betal jî be, diyar e hîna derbên wan bi kêra êşandina darê tên.
Verotina van destikan serê pêşî bi xesandina wan pêk tê, wijdanê wan tê jêkirin, ango bila qet kes li bendê nebe ku wijdan bi wan re hebe. Jixwe havênê wijdan bi wan re hebûya, mumkin bû ku îro, di van rojan de ku zarok, jin, keç û xortên bajarên Kurdistanê bi destê artêşa ew jê re destik bimirin û ew hîna destik bin. Mumkin bû kuştina mirovan talî be û ew hîna li wê rêyê bigerin ku berpirsiyariya derbên bivir jî bixin stûyê darê: Heke fêkiyê darê ne tirş bûya, hingê darvan derbên bivir lê dexistin ku jê êzingan çêke. Ez mubalexe jî nakim, binihêrin tevahiya argumanên wan jî bi vî rengî ne. Ji ber ku ne wijdan ne jî şerma wan heye û xesandî ne dikarin evqasî êrîşkar bin.
Baş e, ma ji wan re dimîne? Helbet gelek rê hene ji bo ku ji wan re nemîne. Roja ku dijmin şikest ew ê bên avêtin. Lê beriya wê jî dema ku Kurdistaniyan qet guh neda wan û derewên wan bi derewî zanîn, ango dema ku bivirê ku ew jê re destik hew bi kêr hat, dîsa ew ê werin avêtin. Ha cihê ku ew ê werin avêtinê jî ne sergoyek e, weke her destikê hew bi kêr tê, ew ê di tifikê, sobê yan jî tenûrê de werin şewitandin. Aqûbet li serê hemû destikên bivir.