Heta çend roj berê, li Serêkaniyê, li ser dêrî ya ku di navbera dewletên Sûrî û Tirk de ye, darek hebû... Ew dar, bi salan e, bi dehan sal e, êhtimaleke mezin temenê wê sed sal jî derbas kirîbe, li wê derê bû. Li gorî fermiyeta dewletên desthilatdar, demarên kokê wê darê ji ava kîjan dewletê vedixwar jî nedihate zanîn, em dikarin bêjin bi vê mijarê ve girêdayî tu agahiyeke fermî û zelal tune bû. Ji ber vê, heta tu dewletek jî xwedî darê derneketibû û kes negotî bû ev dar ya me an jî ya wan e... Hema însan dikare bêje dareke bê xwidî, bê kes û bi her awayî dareke tenê bû.

Her ku sal derbas dibûn, ew dar jî li wir ava xwe vedixwar, pelên xwe vedikir, havînan siya xwe dida li ser axê. Lê  ew sî, çi saetê dikete li ser kîjan fermîyetê jî ne diyar bû. Her ku roj kin dibûn siya darê ya ji milê Surî dirêj, her ku roj dirêj dibûn siya darê ya ji milê Sûrî kin dibûn. Her wiha ji aliyê Tirk jî bi vî rengî...
Ji wê dêrî însan hatin û însan çûn... Belgeyên fermiyetan û nasnameyên însanan hatin mor kirin... Hin kes derbas bûn, hin kes paş ve zivirîn... Hin kaxiz hatin pejirandin, hin kaxiz rastî ji diwarên fermiyetan bûn û hatin rawestandin... Hin fermandar ferman dan, hin însan stû xwar vegeriyan... Hin pez û naxir derbasî wî alî vî alî bûn, hin lingên qaçaxçiyan qetiyan û kulek bûn...
Roj bûn, şev bûn, roj hiliya, roj çû ava... Dengên dengbêjan ji pûşikên wê darê miz dan, ji nav pelên wê darê derbasbûn û gihaştin guhê guhdarên ji herdu aliyê Serêkaniyê... Tozê ku ji aliyê desthilatdariyê Tirk radibûn, rabûn, firiyan çûn li ser darê konax girtin û ew demê ku kes nizane çi dem e, wan deman hêdikan xwe danîn li ser axa rojava. Tozên ji milê fermiyeta Sûrî jî her wiha... Bêhna însanan her wiha, bêhna xwarin û vexwarinê her wiha, bêhna gihayên ku di bin wê darê derdiketin, her wiha...
Çûkan... Çûk her wiha... Bi salan, bi dehan, bi sedan sal, roj bi roj, saet bi saet, çirk bi çirk, çiqasî çûk ji wî alî an jî ji vî alî rabûn hatin li ser wê darê sekinîn, rawestiyan, bêhna xwe dan, û dema firînê jî ji kîjan aliyê ve çûn kes ne agahdar e.
***
Tenê me di destpêkê de got, heta berî çend rojan... Berî çend rojan, li Serêkaniyê, di navbera serbazan de, civîneke ewlehiyê pêk hat. Di wê civînê de, mijar ew dar bû. Ji ber ku ewlehiya dewleta Tirk, bi hebûna ew darê ve dikete xetereyê.
Yekineyên Parastina Gel li Rojava desthilatdarî ya Sûrî hiweşandi bû, hin komên ku li ser Kurdistan a Rojava xwîn dirijandin jî hatibû derxistin, lê ji milê Til Xelef ew komana car carina gule diavêtin li ser YPG’iyan, ew gule jî car carina rê ya xwe şaş dikir û dihate li ser wê dêrî ku cihê parastina leşkerên Tirk jî hema di kêleka wê darê ye. Biryar hate girtin û li gorî vê biryarê, ger ew dar bihata jêkirin, li şûna wê jî bêtaneke qewîn bihata çêkirin.
Belê ew dar jê kirin, lê ew dar ku çi fermiyet nedizanîbû, palên xwe hê ji milê rojava dirêj kirîbû, ji ber wê jî, gava ku ew dar hate jê kirin, ji aliyê Rojava ve hilweşiya.
Vê car, pirsgirêkeke hê mezin hate rojevê. Îja ev laşa darê, bi çi awayî were rakirin? Li himberê, gerilayên YPG disekinin û gava serleşkereke Tirk bi wan re bikeve tekiliyek, ev yek jî nava meziniya artêşa Tirk wê xira bike... Ji ber wê, YPG’iyan xwastinji bo rakirina laşa wê darê alîkar bin, lê fermandariya Tirk bi tu awayî alîkariya wan nepejirand.
Va çend roj e ku ez li Serêkaniyê me, miriya ew darê hê li wê derê li ser erdê disekine, demsal bihar e lê pelên wê, her reş dibin...