MEDÎNE MAMEDOGLU / JINNEWS/MÊRDÎN

Dara bajarekî serdema kevin e ku hema li cem Nisêbîna îro ye û li gundê bi heman navî ye. Ew ji wê serdemê ye ku weke serdema antîk tê binavkirin. Ew yek ji bajarên herî muhim ê li ser sînorê di navbera Sasanî û Romayê de tê zanîn. Gelek qismên bajêr hîna nehatine vedîtin. Ji ber ku bajar ji bo dîroka Kurdistanê girîng e, dewleta tirk budceyeke têra kolanên arkeolojîk venaqetîne.

Li gorî agahiyên berdest, pêşî romayiyan teqrîben sala 500’î bajar weke garnîzoneke sînor avakiribe jî, Sasaniyan bajar bi dest xistiye û navê bajêr jî ji xwe navê wan lê kiriye. Li gorî texmînan Dara li meydaneke qederê 12 kîlometreyên bi çarçik belav e. Lê bajar bêhtirî nîvî bi temamî di bin gundê bi heman navî de ye. Ji ber veneqetandina butceyeke têrker jî bi kolanên arkeolojîk bajar nayê lêkolan. Gundê bajar di bin de Dara, bi zindan (di rastiyê de kewara mezin a bajêr e), şikeft û goristanan gelek dewlemend e, û weke qada sît a asta yekê qaşo parastî ye.

Gundiyên Darayê bi gazin in; “Budceyê nadin. Ji ber ku qada sît e jî tiştekî nakin. Çend sal e ne restorayon ne jî kolanek nehatiye kirin. Wisa hiştine. Em naxwazin wisa bimîne.”