Hevşaredaran ji şaredarên metropolêîn Ewrûpayê re nameyek nivîsî û xwest toreke piştevaniya li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan bê avakirin. Şardaran xwest, ew şaredar bi serdanên bajarên ew li wan hatine hilbijartin jî piştgiriya xwe nîşan bidin.

Hevşaredarên HDP’ê yên ji peywirê hatin girtin, der barê tayînkirina qeyûman de, ji serokên şaredariyên bajarên Ewrûpa re name şandin. Hevşaredaran xwest, tora piştevaniyê bê avakirin û bajarên wan ên qeyûm tayînê wê hatin kirin ziyaret bikin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku bi darbeya qeyûm ji peywira xwe hatin dûrxistin, nameyek ji serokên şaredarên bajarên Ewrûpayê re şandin.

Li sê bajaran 3.8 milyon Kurd hene

Name di serî de ji şaredarên Barcelona, Parîs, London, Stockholm, Oslo, Roma, Mîlano û Venedîkê ji gelek şaredarên Ewrûpî re hate şandin. Di nameyê de hate gotin, li Amed, Mêrdîn û Wanê 3.8 milyon Kurd hene, sê bajarên mezin ên Kurdan e û hate destnîşankirin, ku her sê bajar kelehên HDP’ê ne.

 

Em vê weke darbeyekê dibînin 

Naveroka nameya hevşaredaran wiha ye:  “Di hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adara 2019’an de li van bajaran em bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ketin; li Mêrdînê 56.24 ji sedî, li Amedê 62.93 ji sedî, li Wanê 53.83 ji sedî em bi ser ketin. Di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin û hikumetê qeyûm li şûna me tayîn kir. Meclîsên me yên şaredariyan bi binpêkirina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û bi binpêkirina Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewrûpayê bi biryareke kêfî hatin betalkirin. Em vê biryarê weke darbeyeke hikumetê dibînin. Ev yek mînaka dawî ya êrişên rejîma Erdogan e ku salên dawî li dijî demokrasiyê û bi taybetî îradeya demokratîk a gelê Kurd hatiye kirin.

 Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an Hevserokên me yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me û hevşaredarên me bi rengekî nehiqûqî hatin girtin, li 102 şaredariyên me li şûna 95 ji wan qeyûm hate tayînkirin.

 

 Têkoşîna demokrasî, dad û aştiyê wê bi ser keve

Çawa ku hûn jî zanin di nava demokrasiyê de ‘mafê hilbijartinê’ mafekî bingehîn e. Yên hatine hilbijartin ji aliyê gel ve dikarin ji wezîfeyê bên dûrxistin. Di van rojan de ku me ev name ji we re nivîsî, desthilatdariya AKP’ê ya nikare xwe li demokrasiyê û mafê xwepêşandanê ragire, bi tundî êrişî parlamenterên me, hevşaredarên me û gel dike.

Em hîs dikin ku ji derveyî sînor dengê piştevaniyê tê. Hewldana kirina rojev a mijarê li welatê xwe, avakirina têkiliya piştevaniyê yan jî serdana we ya li bajarên em lê hatine hilbijartin, wê piştevaniyê xurt bike û me kêfxweş bike. Şert û mercên li welatê me gelekî zehmet bin jî wê têkoşîna demokrasî, edalet û aştiyê bi ser bikeve.”

 
MA / ENQERE