Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got divê çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nerawestin, werin zêdekirin. Her wiha Avesta çalakgerên Strasbourgê ya greva birçîbûnê bi bîr anî û got: "Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê tecrîda li ser Rêber Apo xetere dît. Dît ku xeterî li ser destketiyên Êzîdxanê ye."

Sozdar Avesta tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û bûyerên di nava hefteyê de qewimîn, nirxand.


Ne xêra AKP'ê û dewleta Tirk bû

Avesta qala hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û destnîşan kir û wiha pê de çû: "Pêwîste ev hevdîtin, di nava tevgera azadiyê û fedayiyên Rêber Apo de lawaziyekê çêneke. Girtina agahiyeke pir biçûk ji Rêber Apo jî ji bo me gelekî mezin e. Lê belê, di nava salekê de pêkhatine hevdîtina çend deqeyan bi birayê xwe re, ne xêra AKP'ê û dewleta Tirk e. Ev hevdîtin û agahîgirtin encama berxwedaneke mezin bû. Armanca gelê me azadiya Rêber Apo ye. Divê têkoşîn bi çalakiyên cûr bi cûr bê geşkirin."


Em tevgereke Serokatî ne

Sozdar Avesta diyar kir, têkoşîna heyî ya gelê Kurdistanê berhema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, " Gelo, çima Rêber Apo xistine navenda hemû êrîşan? Eger em vê rastiyê baş fêhm bikin, bersivê bidin vê pirsê, em ê karibin hîn zêdetir li hebûn, bawerî û azadiya xwe derkevin. Em tevgereke serokatî ne. Derketina me derketineke serokatî ye. Her tiştên me bi ked, zanebûn û helwesta Rêber Apo bû. Di vî warî de Rêber Apo pêşengtî kir."


Darbeya Erdogan ya 11'ê Îlonê

Sozdar Avesta di dewama bernameyê de qala desteserkirina şaredariyên Kurdistanê kir û got ku divê gel nehêle qeymeqamên dewletê bikevin nava şaredariyan. Avesta li ser vê mijarê ev tişt anî ziman: "Hikûmeta AKP'ê û faşîstê mezin Erdogan çavê xwe berdane şaredariyên gelê Kurd. Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve êrîşên mezin li Kurdistanê tên kirin. Xwestin li Sûr, Nisêbîn, Cizîra Botan, Gever, Silopiya, Hezex, Şirnex, Kerboranê vîna gel bişikînnin, lê ji wan nehatin. Çawa ku Kenan Evren dixwest bi darbeya 12'ê Îlonê vîna gel bişikîne, niha jî bi darbeya 11'ê Îlonê re Erdogan dixwaze dest deyne ser vîna gelê Kurdistanê ya hatiye hilbijartin. Di navbera darbeya 12'ê Îlonê û darbeya 11'ê Îlonê de ti cudahî nîne. Divê temamiya gelên Kurdistanê li dora şaredariyên xwe bicivin. Nehêlin ku ev faşîst bikevin nava van avahiyan. Nehêlin ku ev qeymeqamên kedxwar li ser keda vî gelî, li ser xwîna zarokên vî gelî şaredartiyê bikin. Ev gel, zarokên vî gelî, fedayiyên vî gelî wê vê qebûl nekin. Şer nû destpê dike. Ya ew ê dest ji vê faşîzma xwe berdin, ya jî wê şer nû destpê bike."


Li dora Rêber Apo bicivin

Avesta axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Berxwedan rê li ber azadiyê, lîberalîzm-pasîfîzm rê li ber koletiyê, stû tewandin jî rê li ber şikestina vînê vedike. Divê em vê nas bikin. Rojeveke me ya esasî heye. Rojeva ma Rêbêr APO ye. Pêvajoya ku em tê de ne pir girîng û dîrokî ye. Ev pêngava hatiye destpêkirin, çalakiyên destpê kirin, ew hemla azadkirina Rêbêr APO ku me da destpêkirin, dibe şexsê gelê Kurdistan de, di şexsê tevgera azadî û Rêbêr APO de van êrîşan li ser xwe bihesibînin. Bila kesek ne bêje şerê PKK, tevgera azadî û AKP ye. Şerê mirovahiyê yê kesên azadixwaz, yê demokrat, yê li azadiyê, li alternatîfekê li dij faşîzmê ye. Pêwîst e çalakiyên me ne tenê çalakiyên birçîbûnê bin. Divê em bi çalakiyên cûr bi cûr têkoşînê geş bikin. Ev tekoşîna mezin hem parastina destketiyên xwe, xurtkirina hêza xwe û birêxistina xwe ye, hem jî ji aliyê dîplomatîk ve meşandina siyaseteke afirîner e. Pêwîstî bi têkoşîneke giştî heye. Hebûna gelan bi fikir û ramanên Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma divê em li dora Rêber Apo bicivin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke xurt bimeşînin." 



Gelê Êzîdxanê li ser rêya rast e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta der barê çalakiya greva birçîbûnê a li Strasbourgê bidawî bû jî ev nirxandin kir: "Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ya Şengalê biryareke dîrokî girtibû. Hebûna Rêbêr Apo hebûna Êzîdxanê ye. Eger îro Êzîdxan destketiyên pir mezin bi dest xistibe, li Şengalê asta ku têkoşîn gihîştiye, guhertin û veguhertinên li Şengalê çêbûne, hemû bi saya Rêbêr Apo ne. Meclîs, tecrîda li ser Rêber Apo xetere dît. Dît ku xeterî li ser destketiyên Êzîdxanê ye. Dît ku careke din dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin vîna azad bişikînin. Hevalbendê dewleta Tirk ê weke Mesûd Barzanî, jiberxwe ve ne li Enqereyê bû. Gelê Kurdistanê bi taybetî civaka Êzîdî vê baş dibîne û şîrove dike. Çûyîna Barzanî li Enqereyê, bazarek li ser Şengalê bû. Qaşo li dijî terorîstan e. Lê li cîhanê terorîstê herî mezin dewleta Tirk û hevalbendên wê ne. Kî naxwaze tecrîda li ser Rêber Apo rabe? Dewleta Tirk û hevalbendên wê. Mesûd Barzanî jî hevalbendê dewleta Tirk e. Ji ber wê piştî çûyîna Tirkiyeyê derbasî Fransayê bû û polîsên Fransayê jî bi ser çalakgerên greva birçîbûnê ve girtin. Çûyîna Barzanî ya Tirkiyeyê li ser kîşan esasan bû, li ser çi bazar kir, hesab li ser çi kir? Divê bersiva van bide. Çalakiya li derveyî welat jî nîşan da ku gelê Êzîdxanê tam ketiye ser xetê. Li ser rêya rast e. Dibe ku zehmet be, lê  divê hemû destketiyên xwe yên neteweyî, olî, xaka xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin."


 ANF / BEHDÎNAN