Piştî hilbijartinên 27ʼê Cotmeha 2019´an li eyaleta Elmanyayê Thuringenê, dîsa Partiya Çep bi serokwezîrê heta hingê Bodo Ramelow bi 31 ji sedê dengan bi ser ket. Lê 29 parlamenterê wê têra hikûmetekê û hilbijartina serokkomar nedikirin. Herdu şirîkên wî yên berê SPD û Keskan jî deng li xwe kêm kiribûn, 8 kursiyê SPD û 5 kursiyên Keskan jî têra pirraniyê nedikir. Doh parlamenê serokwezîr hilbijart û di tûra sisiyan de Ramelow 44 deng wergirt. Namzetê FDP´ê Thomas L. Kemmerich jî 45 deng wergirt û weke serokwezîr hat hilbijartin. Yanî partiya nijadperest a Elman AFD temamê dengê xwe tevî CDU´yê dabûn wî. Ji ber wê jî rexneya “serokwezîrê pêşî yê naziyan ê Elmanya Federal” li wî hatin girtin. Axir yek ji serokwezîrên eyaletan yê xelkê herî zêde hez jê dikir û dostekî doza Kurdan bû, yanî Bodo Ramelow bi vê “darbeya” hêzên lîberal û muhafezekar ên siyasî nekarî bibe serokwezîrê Thuringenê dîsa.

 

ç