Li Tirkiyê di nava hefteyekê de, siftê beşeke arteşê derbeyeke leşkerî îlan kir (15.07.16) û li pey têkçûna wê hewildanê, hikûmetê ‘Rewşa Awarte’ yanî darbeyeke sivîl daxuyand (20.07.16); darbe li pey darbeyê, darbe di nava darbeyê de...

Jixwe; hikûmeta AKP’ê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan ve ev çend sal e, ji bo rejîmeke otorîter a bi rengê îslamî, di nava hewildanê de ye. Saziyên dewletê gişt ji bo vê armancê ji nû ve têne rêxistinîkirin, qanûn tenê ji bo vê armancê têne derxistin û êdî daraz, asayîş, aborî, çapemenî, akademî û saziyên dewletê yên din gişt bûne wek sazî û rêxistinên AKP’ê, partiyên rejîmê yên mîna Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) wek lingên avakarina ‘rejîma Erdogan’ a otorîter helwestê nîşan didin, parlamento tenê ji bo pesendkirina vê rewşê tê bikaranîn û dengê opozîsyonê, di serî de yê Kurdan bi giştî tê birîn.

Yanî ji xwe li Tirkiyê ev demek dirêj e, ji hêla Erdogan û AKP’ê ve derbeyeke sivîl tê bi rê ve birin. Li Tirkiyê demokrasî qe nebû, yanî berê jî tune bû, lê bi desthilatdariya AKP’ê ve hişmendiya demokrasiyê jî ji holê tê rakirin; herkes ji ber nasname, an jî tercîha xwe ya awayê jiyanê li hemberê hevdû helwestê nîşan dide. 

Ti kes naxwaze bi kesekî ku mîna wî nafikire, an jî kincên mîna yên wî li xwe nake re bide û bistîne, bi hev re bijî. Tolerans, hişmendiya wekhevî, adalet, azadî û piştgiriyê ji holê tê rakirin... 

Lê ya herî balkêş ev e; ku dema bahsa Kurdan û mafê Kurdan dibe rojev, helwesta civakên Tirkiyê bi piranî dişibe yek rengî. Helbet belkî ji ber tercîha jiyana laîk beşeke civaka Tirkiyê ji polîtîkayên Erdogan û AKP’ê ne razî ne. Lê dema mesele dibe meseleya mafên Kurdan, ew civaka laîk jî bi piranî; an piştgirî dide polîtîkayên AKP’ê, an jî gorî xwe wek helwesteke ‚însanî û wijdanî’, tenê bêdeng dimîne.

Wekî tê zanîn; ji bo vê armancê Erdogan û AKP’ê bi hemû hêzên siyasetên çep û rast; ên dijdemokrasî, kevneperest, nijadperest, tarîqatparêz û selefîst re ketin nava hevkariyê. 

Motîvasyona ku hemû hêzên tarî û dijdemokrasî tîne cem hev û dike hevkar; dijminatiya li dijî Kurdan û xwedî statûbûna Kurdan e. 

Van hêzana heta îro li dijî Kurdan her cûre polîtîkayên hovane li dar xistin, heta roja înê, yanî roja hewildana darbeya leşkerî ya hefteya çûyî jî bi hev re navçe û bajarên Kurdan hilweşandin, bi sedan Kurd di jêrzemînan de şewitandin…

Ev hêzana gişt (arteş, Ergenekon, AKP, kom û terîqatên selefîst, Civata Gulen, CHP, MHP û hwd.) hêzên rejîma Tirk a nijadperest û dijdemokrasî ne û gişt li dijî mafê Kurdan helwestekî bi yek rengî nîşan didin. Ji ber vê yekê; ev meseleyên ku ev hefteyeke wek ‘hewildana derbeya leşkerî’ û piştî wê jî hewildanên hikûmeta AKP’ê yên wek qaşo ‘xwedîderketina demokrasiyê’ têne binavkirin, gişt şerekî navxweyî yê rejîma Tirk e. 

Rejîma Tirk di şerê li dijî Kurdan de bi ser neket û niha jî hêzên ku bi dehan sal e ji bo tunekirina hebûn û nirxên Kurdan têdikoşin, ji ber vê ‘binketinê’ ketine qirika hevdu.

Dewlet û rejîm li hember berxwedana Kurdan xitimî ye, saziyên dewletê gişt serûbinî bûne; dewlet ji binî ve dihêje. Ji binî ve aloziyê çi wê derkeve; hên jî ne diyar e…

Ji hêla rejîmê ve rewş pir aloz be jî, ji hêla Kurdan ve pir zelal e. Kurd tiştekî ji dewleta Tirk û ji hêzên wê napên û ji hêla polîtîk, civakî û dîplomatîk ve xwedî perspektîfeke zelal in. Ew pir rind dizanên ku ew ê siberoja xwe tenê bi destê xwe ava bikin. Şoreşa Rojava ya ku 4 sal li pey xwe hişt, wek mînakeke ronak li ber çavan e…