Televizyona Elman NDR’ê li ser jiyan û hunera Abdallah nûçeyek weşand. Abdalah sala 1974’an li Hesekê ji dayik bûye. Dema ku 23 saliyan xwe ji bo pêşangehan ji Sûriyê derket û çû Emerîka, û Ewropayê, dê û bavê wî jê re dibêjin, venegere Sûriyê. Kalikê Abdalah ji bakurê Kurdistanê ji qirkirina Ermeniyan difilite û direve Hesekê. Li vir malbateke Kurd dêûbavtiyê lê dike. Paşê jî bi Kurdeke Misilman re dizewice, ji ber wê jî Abdalah dibêje, ew hem Ermenî û hem jî Kurd e.
Abdalah ji bo hisên xwe dibêje, “Dema ez dest bi xêzkirina resman dikim, weke ku mirov derî veke li hespên di tewlekê de asê û ew ber bi azadiyê ve çarpîne bibezin”. Ji bo vê îmaja ku bi bibîranînên zarokatiya wî re elaqedar jî Abdalah dibêje, “Ev ji zarokatiya min tê. em li gundekî gelekî piçûk ê Hesekê bûn. Her havîn me malên li gund nû dikirin. Herî û pûş, û weke zarok jî diviyabû em timî pirr kar bikin. … Xwezayê gelek hîz da min.”
Ji bo hunera xwe Abdulhemîd Abdalah dibêje, ew qet plan nake ka ew ê resmê çi çêke, ew hewl dide bike ku “muzîka tiştan” darî çav bibe û weha dewam dike: “Deng û melodiyên tiştan tên bîra min ku di hinavên min de li bendê ne ku resmê wan çêkim.”
HAMBURG