
Anarşîst çima dimirin?
Di vê rewşa xerab a cîhanê de ku hinde me hewcedarî bi mirovên dilqenc, bîrqenc û mêjîqenc heye, yên mîna Dario Fo jî terka me dikin, mirov kêliyekê xwe bi tenê hîs dike, kêliyekê li dijî qanûnên gerdûnî serî hildide: ji xwe mirina anarşîst û komunîstan ne qanûnî ye. Ne qanûnî ye kesên di jiyanê de li gorî rêgezên Yezdanî nejiyabin, neçar bimînin li wan rêgezan vegerin. Mirovên bê-yezdan, bêpere, bê serpereşt û serhildêr, çênabe mîna dîktator û bendeyan koça dawî bikin, divê awayekî din ê vê babetê jî hebe… Lê nîne, helbet ev hest û nêrînên li dû mirovekî qenc in û bi hestiyarî ne.
Dario Fo 24’ê sala 1926’an li Sangiano ya Îtalyayê hatiye dinê. Bavê wî ajokarê lokomotîfê bû. Fo sala 1940’î ji bo perwerdeyê koçç Mîlanê kir, li akademiya Hunerên Ciwan a Brerayê xwend. Sala 1952’an, li Mîlanoyê dest bi lîstikvaniya şanoyê kir. Di jiyana Fo de zewaca bi lîstikvan France Rame (1954) re jî guherîneke berbiçav e; sala 1959’an bi hev re Koma Dario Fo û France Rame ava kirin. Bi hev re di televizyonan de şanoyên komîk yên di bin navê Canzonissima de pêşkêş kirin û ev jî bû lûtkeyeke din a bilind a navdariya wan. Di nava demê de şanoyeke polîtîk a ajît-propê bi pêş xistin. Her çiqasî pirrî caran di lîstikên wî de sixêf û peyvên mustehcen jî hatibin bikaranîn, şêweyê şanogeriya wî xwe dispart Commedia dell arte, Dario Fo stîla xwe wek "çepgiriya ne fermî" pênase dikir. Sala 1968’an bi navê ‘Dika Nû’ komeke din a bi Partiya Komunîst a Îtalyayê re peywendîdar ava kirin.
Hêjayî Xelata Nobelê ya Edebiyatê hat dîtin
Sala 1970’î jî li gel Koma Şanoyê Ya Gel li fabrîke, park û meydanên sporê yên ku pirraniya girseyê lê dima, lîstikên xwe pêşkêş kirin. Lîstikên wî yên bi navê: Mirina Anarşîstekî û Em Nadin, Em ê nedin…pir hatin hezkirin. Dario Fo herî zêde bi lîstika xwe ya takekesî ya bi navê Mîstero Buffo (1973) de hat naskirin. Ev berhema ku li pêş her cure komên temaşevanan guherbar bû, ji lîstikên serdema navîn ên mîstîk hatibû veguhestin. Dario Fo sala 1997’an, ji ber lîstika xwe ya bi navê Mirina Anarşîstekî hêjayî Xelata Nobelê ya Edebiyatê hat dîtin. Lîstikên wî gelek caran wek skandal hatin binavkirin û li ser dikê jî hat girtin û binçavkirin.
Berhemên wî li 30 zimanan hatin wergerandin
Xebat û berhemên wî Tirkî jî di nav de li welatên wek Arjantîn, Swêd, Yuguslavya, Şîlî, Îngîltere, Hollanda, Polonya, Romanya, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Îspanya, Srî Lanka, jî di nav de li bêtîrî 30 zimanan hatine wergerandin û lîstin. Hevjîna wî di 29’ê Gulana sala 2013’an de koça dawiyê kir, bi navê Jacopo Fo kurekî wî heye.
Dario Fo not salan jiya, bi temenekî têrûtijî jiya. Di not salan de bi qasî temenê xwe jî lîstik, şano, pirtûk û berhemên cûr bi cûr nivîsandin û pirraniya wan berheman jî li ser dikê pêşkêş kirin. Gava mirov bala xwe dide xemgîniya Kurdan a ji ber mirina Dario Fo hîn bêhtir girîngiya wî ya ji bo gelên blindest û têkoşer dedikeve holê. Daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya sersaxiyê jî wiha bû:
Ew dê li Kurdistanê jî bijî
“Piştî Franc Rame gelê Kurd hevalekî xwe yê din ê hêja jî wenda kir. Dario Fo ku yek ji îmzevanên azadîxwaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, herî dawî li dijî dagirkirina Tirkiyeyê ya Rojava jî derketibû û hevkariya xwe ya bi gelê Kurd re jî eşkere kiribû. Fo yek ji kesên ku berhemên wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin bû. Bi vê wesîleyê em ji malbata wî, gelê Îtalyayê û ji tevahiya dostên wî re sersaxiyê dixwazin. Emê wek dostên wî yên Kurd bîranîna wî li Kurdistana azad jîndar bikin.”