Daristana Omeriya dişewitînin
Li Herêma Omeriyan dîsa daristan şewitandin. Gelek caran agir bi daristana vir xistine û vê carê jî agir bi daristanê xistin. Welatî jî her car bi derfetên xwe hewl didin vemirînin.
Şewata li Herêma Omeriyan a Mêrdînê di 11’ê Hezîranê de dest dest pê kir, niştecihên herêmê 2 caran bi derfetên xwe vemirandin. Lê doh destê sibê car din agir bi daristanê xistin. Şewata li Goma Kaynakli ya gundê Qesra Ehmedê ya navçeya Artûklû rû da, di demek kurt de belav bû. Welatiyên gund hewl dan agir vemirînin. Gundiyên hewl dan agir vemirînin, gotin, hin kes bi zanebûn agir bi daristanê dixin.
Gundiyan hêrsa xwe anîn ziman û wiha gotin: “Ev agir ji ber xwe ve pê nakeve, bi zanebûn vî agirî pê dixin. Cihê ku şewata îro lê rû da, dûrî qada şewatê ya berî du rojan rû dayî bû. Em hewl didin mudaxileyê şewatê bikin, lê ev ji destê me tê. Ji ber şewatê li herêmê gelek dar bûn xwelî. Dîsa gelek zindî û ruhber şewitîn. Vê şewatê derûnî û tenduristiya me xirab kiriye. Di warê aborî de jî bandorê li me dike.”
Li Herêma Omeriyan her tim Artêşa Tirk a dagirker di nava liv û lebatê de ye, û her cara derdikeve li eraziyê digere piştî wê agir bi daristanê dikeve. Wexta ev jî dibe, bi deh hezaran darên berû dibin dişewitin û dibin xwelî.
MA/MÊRDÎN