'Me ji hemwelatiya xwe derxin'
Karaman, da zanîn ku di bin dorpêça bi sedan polîs û leşkeran de xwezaya wan tê qetilkirin û kurdan ji bo xwe wekî dijmin dibînin û wiha got: "Li ser ax, xweza, daristan û çiyayê kurdan bombeyan dibarînin. Niha jî tên daristan û xwezaya me wêran dikin û talan dikin. Ev çawa mirovahî ye. Ev hovîtî ye. Ez ji qeymeqam û serokwezîr dipirsim û dibêjim ger ku hûn dê bên xwezaya me û warê me wêran bikin wê demê me ji hemwelatiya xwe derxin. Werin nasnameya me ji me bigirin.
Welatiyê bi navê Murat Încî jî anî ziman ku bi salan in baca vê zeviyê dide û niha qada jiyanê ya 200 malbatan rastî êrîş û dagirkeriyê tê. Încî, anî ziman ku niha li vir cînayet pêk tê û bi hezaran dar tên talankirin û wiha got: "Ev berdewama komkujiya Geliyê Zîlanê ye. 2 salin em tekoşîna lêgerîna maf didin. Lê li şûna em dewletê li cem xwe bibînin, me dewlet li hemberî xwe dît. Ji bo ku me mafê xwe parast, xweza û warê me hat dagirkirin. Mixabin heta niha tu saziyên sivîl ên civakî jî dengê me nebihîstin. Ev çawa feraset û nêzîkatiya xwezayê ye. "
Încî, da zanîn ku ger darek ji bo jiyana mirov ew qas bi qîmet be çima li hemberî vê talankirinê bêdeng in û wiha got: "Vakfa bi navê TEMA her tim di televîzyonan de reklama çandina daran dide. Dixwaze ji bo çandina daran piştgiriyê bide. Lê em meraq dikin çima li hemerî birîna van daran dengê xwe nake. Çima li ser axa kurdan ev dar û ber bê qîmet in. An bi bombeyan talan dikin. An jî dibirin û talan dikin"
Li aliyê din maşîneyên kar ên fîrmayên mutahîdan heta vê saetê jî di bin parastina polîs, leşker û TOMA'yan de xebatên xwe yên birîna daran berdewam dikin.
DÎHA/WAN