
Li herêma Besta ya bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hezaran dar bi fermana Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê bi hinceta ewlekariyê hatin birîn. Beriya mehekê Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê fermana birîna daristanên dikevin navbera bajarok Gundikê Melê û bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê daye welatiyan. Li ser îtîraza welatiyan fermandar ji bo bîrîna daristanan ev peywir daye cerdevanên Gundikê Melê û Sêgirkê.
Bi hezaran dar birîn
Li ser biryara fermandariyê cerdevanên li herêmên Bîşiyê Reş, Gêloşî û Mila Sinê yên Besta bi hezaran dar birîn û hêj birîna daristanan berdam dike. Cerdevan ji bo birîna daran her roj serê sibê di bin kontrola leşkeran de diçin herêmên dar werin birîn û heya danê êvarê dixebitin. Her wiha bi hezaran darên ku heya niha hatine birîn li qadek vale ya nêzî Qereqola Cendermeyean a Bestê ku dikeve navbera herdu bajarok tên komkirin. Hevserokê DBP’ê yê bajaroka Gundikê Melê yê Şirnex Sadûn Sezer diyar kir ku wan û welatiyên bajarokê xwestiye pêşiya birîna daristanan bigirin lê encamek bi dest nexistine û wiha axivî: “Ji bo ku em pêşiya vê yekê bigirin gundiyan daxwazname dan Gerînendehiya Karên Daristanan a Şirnexê. Lê gerînendehiyê bersivek erênî neda daxwaznameyên me.”
ŞIRNEX