Hate ragihandin ku înfaza cezayê îdamê yê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi rengekî demî hate rawestandin. Emced Hisên Penahî birayê Penahî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku înfaz ji bo demekê hatiye rawestandin. Emced Penahî got, kekê wî êvara 2’ê Gulanê ji zindana Sine lê geriya ye û jê re gotiye ku ew ji hucreya yek kesî derxistine û birine zindana giştî. Înfaz ji bo demekê hatiye rawestandin Penahî bi rêya telefonê ji birayê xwe re got ku biryara darvekirinê ya lê hatiye birîn dewam dike lê înfaz ji bo demekê hatiye rawestandin. Demeke kin piştî eşkerebûna dema darvekirina Penahî, biraziya wî Niştiman Hisên Penahî dawî li jiyana xwe anîbû. Emced Penahî got, di merasîma cenazeyê Niştiman de hêzên îstîxbarata Îranê gefa girtinê li birayê wî Enwer xwarine. NY jî bang kir Kurdan û raya giştî ya navneteweyî ji bo rawestandina darvekirinê nerazîbûneke tund nîşan da. Ji bo betalkirina biryara darvekirinê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bang kiribûn. Komîteya Destekê ku ji bo Ramîn Hisên Penahî ava bû, bi rêya twitterê eşkere kir ku biryara darvekirinê bi rengekî demkî hatiye rawestandin. Bikevin nava liv û tevgerê Komîteyê ev daxuyanî da: “Em ji dil û can spasiya we hemûyan dikin. 24 saetên dawî hestewar û giran bû.” Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku bi saya hewldanên parêzvanî û zexta raya giştî, rîska darvekirina Ramîn Hisên Penahî niha nîne. Lê ji bo biryara darvekirinê û hukmê hatiye dayin bi temamî ji holê rabe, ji kerema xwe bikevin nava liv û tevgerê û bangên xwe yên ji bo otorîteyên Îranî bidomînin.” n SINE