Davudoglu di demekê de serdana başûrê Kurdistanê kir ku cemedên di navbera hikumeta herêma Kurdistan û hikumeta navendî ya Iraqê de dikir ku bihele û diheliya, carekedin Tirkiye wek kevçiyê neşûştî, mudaxileya cîranê xwe dike. Davudoglu wek ku hêj wezîrê karê deve be dixwaze serê kêmahiyên dema xwe ya herî binkeftî ya dîroka Tirkiyê, biniximîne û veşêre. Lê diyar e ku wek her carê hesabê li bazarê ê li Iraqê rast derneket û Davudoglu bi tûrikê vala ji Bexdadê vegeriya. Ji ber ku daxuyaniya Nurî Malikî ya hêj Davudoglu li herêma Kurdistanê ye ku Tirkiye bi awayekî aşkere desteka DAIŞ’ê dike, nîşan dide ku qet jî li ser tekoşîna bi DAIŞ’ê re lihev nekirine. Bêguman ev rewş ji bo başûrê Kurdistanê hîn cêwaztir e. Ev dostên qedîmî dîsa ji xêrê re negihiştin hev, herhal ya herî rast ji bo wan divê ev gotin be ji ber Mesûd Barzanî di axaftina xwe û hevrêyê xwe yê Tirk re bi taybet behsa têkîlî û dostantiya berê kir. Lê di demên bihorî de serê gelê kurd pir bi vê dostantiya qedîm êşiyaye. Ji bo wê jî Davudoglu ji xêrê re nehate başûrê Kurdistanê.
Mijara balkêş a vê serdanê ew bû ku di demekê de ku nîqaş li ser rakirina baregehên leşkerî ên Tirkan hene, serokwezîrê Tirk bi hêlîkopterên taybet û bi dizîka serdana generalên xwe yên ku bi salan e perwerdê didin pêşmergeyan, kir, ew jî li qezaya Soran ku gelekî nêzî qadên parastina Medyayê ye! Dema wêneyên vê serdana bidizîka belavbû êdî hikumeta Herêmê kete panîkê û fikirî ka çawa mijarê bi awayekî veşêrin. Wek ku bêje(bêjin) ez(em) heta vir jî hatin yan jî generalên min(me) heta vir jî hatine! Bi vê yekê re êdî gelek kesan li başûrê Kurdistanê ev pirs ji xwe kirin, wê demê diyar bû ku astengiya li pêşiya derxistina destûra baregehên leşkerî çi ne û çima parlamento nikare biryarek wusa bide.
Jixwe bi salan e ev pêşmerge ji aliyê hêzên derve ve ji bo ku hîn pisportir bin têne perwerdekirin. Bi salan li van baregehan ji bo pisporkirin û bihêzkirina artêşa dewleta Kurdistana pêşerojê, pêşmerge hatin perwerdekirin lê paşê ji her kesî re cihê pirsê hişt, bi rastî ev bi salane dersa pisportiyê ji bo çi ji Tirkan werdigirin û pispor jî nabin! Raya giştî li başûrê Kurdistanê bi dilnigeranî ji vê hevdîtina Davudoglu mêze kir. Ji ber  ku serokwezîrê Tirk di sînorê xwe de alîgirê DAIŞ’ê ye û kurdên li wir terorîst in û ji bo ku kurd nebin xwedî statû, ji pêşdana xwe bizrên netifaqî û nifaqê direşîne, lê belê vî milî pişt sînor jî li dijî DAIŞ’ê ye, ji bo ku kurd bibin yek ti qusûr nekiriye û… Jixwe kesî ti hêvî jî nedikir lê dema wêneyê gera wî ya di nava baregehên perwedekirina pêşmergeyan de belav bû, herkesî bi emîn serê xwe ji hevre hejand. Êdî îsbat bûye ku siyaseta du-çendrû ya Tirkiyê naçe serî. Ger hin planên din jî ii holê hebin, ew jî li ser başûrê Kurdistanê, cihê kêfxweşiyê ye ku raya giştî a Başûr di vê mijarê de êdî hişyare û wek berê êdî piştî 23 salan ti qehremnatî û pisportî kêr nayên ji bo xapandina gelê vir.