Parlamenta Eyaleta Bremenê bi pêşnûma biryarekê xwest tavilê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn.

Pêşnûma biryar bi pêşengiya Anya Grotheer û Mustafa Gungur ji SPD, Dr. Hntike Muller, Sahhanim Gorgu-Philip ji partiya Keskan, Cindî Tuncel, Maja Teger, Nelson Jahssen, Sofia Leonidakis ji Partiya Çep hate pêşkêşkirin.

Di pêşnûmayê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û encamên êrişan hatin vegotin. Di pêşnûmeya ji 9 xalan de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dagirkeriyê, hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi sedan mirov mirine û bi êrişê re qirkirina etnîkî tê kirin.

Di berdevamêye minaqeşeya pêşnûmayê de ji partiya Sosyal a Demokrata Elman (SPD) Antje Grotheer got, “Tirk di bêjin Armanca Tirkîyeyê avakirina qada ewlehiyê ye, lê di vê deverê de ti kes  ne ewle ye, kes nikare xwe ewle bibîne. Ev êriş ewlehiyê xera dike. Em naxwazin şerê li dijî hiqûqa navneteweyî bigihîje navçe, bajar û welatê me. Ewlehî û jiyana hevpar a welatîyên li vir hemûyan wê bê xerakirin.”

Piştî nîqaş û dengdanê, pêşnûma biryar hate pejirandin û hate xwestin ku dewleta Tirk tavilê dawî li dagirkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne û ji herêmê vekişe.

 

BREMEN