Parlamenterê Partiya Çep a Elman (Die Linke) Andrej Hunko bi sernivîsa “Çima divê êdî hikûmeta federal PKK´ê weke rêxistineke terorîst nebîne” meqaleyek ji bo rojnameya navneteweyî Huffington Postê re nivîsî. Hunko di gotara xwe de bi bîr dixe ku PKK ji sala 1993´yan ve li elmanyayê qedexe ye û ji sala 2002´yan ve jî li ser zexta Elmanyayê di lîsteya terorî ya Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye bicihkirin. Hunko îşaret pê dike ku gelek welatên Ewrûpî bi serê xwe PKK´ê weke rêxistineke terorîst nabînin, lê niha werzareta karê hundir a Elmanyayê dixwaze qedexeya PKK´ê niha dijwartir bike û wiha dewam dike: “Niha dibe ku nîşandana wêneyên serokê girtî yê PKK´ê Abdullah Ocalan îlegal bibe.”

Hunko berxwedana Kobanê û li Şengalê parastin û rizgarkirina bi dehhezaran Êzîdiyî bi bîr dixe û dibêje, PKK´ê bi vê qebûleke navneteweyî bi dest aniye û bi bîr dixe ku serokê koma parlamenteran a CDU/CSU´yê li parlamena federal a Elman Volker Kauder hingê minaqeşeya alîkariya eskerî ji bo PKK´ê jî daye destpêkirin.


Elmanya di şerê li dijî Kurdan de hevkariya Erdogan dike

Hunko koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê, dewra YOG/YPJ´ê bi bîr dixe û dibêje, lê Elmanya di şerê li dijî Kurdan de mil dide Erdogan bi israra stratejiya krîmînalîzekirina Kurdan dewam dike. Weke mînak jî di Adarê de bi biryara wezareta karê hundir qedexekirina nîşandana sembolên YPG´ê di çarçoveya qedexeya PKK´ê de nîşan da. Hunko biryara dadgeha temyîzê ya Belçîkî ya hefteya bihurî jî bi bîr xist û got, li gorî vê biryarê çalakiyên PKK´ê nikarin weke terorîzmê bên sinifandin, ew di warê navneteweyî de aliyekî çekdar ê şerekî di navbera dewletekê û hêzeke ne dewlet a çekdar de ye.

Hunko her weha biryareke Parlamena Ewrûpa a Nîsana 2013´yan a ku bi pirraniyeke zêde red kir ku PKK weke terorîst bê sinifandin jî bi bîr xist.

Hunko siyaseta dewleta Tirk û Erdogan a li dijî Kurdan a qirkirinê bi bîr dixe û dibêje Erdogan ne tenê li dijî Kurdan li dijî tevahiya mixalefeta li dijî xwe bi heman rengî tevdigere çi rojnamevan, çi çalakgerên mafê mirovan û çi jî siyasetvan.


Pirraniya Kurdan temsîl dikin 

Hunko dibêje, helbet mirov nikare PKK, PYD´ê û geleê KUrd yek bibîne, lê ew nûneriya beşeke gelekî girîng a Kurdan dikin û çareseriyeke eskerî ya Erdogan dayî ber xwe jî maneya wê şerekî berfireh ê navxweyî ye bi tinekirina qismên mezin ên civak û nifûsa Kurd, tevî bajarên wî yên dîrokî û çandî; pê re jî Heskîfê weke mînak nîşan dide.

Hunko argumanên xwe wiha bi dawî dike: “Weke rêxistina terorîst sinifandina PKK´ê heta niha asteng kir ku pirsgirêka Tirk-Kurd bi awayekî aştiyane û siyasî bête çareserkirin. Lewma bi rêxistinên terorîst re mirov hevdîtinan nake. Lê belê ev çareseriya aştiyane diviyabû armanca stratejîk a siyaseta Elman bûya, ku îro dûr xuya jî bike.

Ji ber vê yekê, dekrîmînalîzekirina PKK´ê li Elmanyayê jî ya ku bi dilê me ye. Ne tenê ji ber ku PKK ev 20 sal in dûrî şidetê çalak e li Elmanyayê, lê belê ji ber ku îlegalbûn bi awayekî ne lazim çareseriyeke bi muzakereyan a aştiyane ya siberojê jî zehmettir dike.” 





Bila dawî li qedexeya PKK´ê bête anîn


Huffington Post di dawiya meqaleya Andrej Hunko anketek jî daye ber xwînerên xwe ku di encama wê de heta kêliya amadekirina nûçeya me, ji sedî 67´ê beşdaran gotibû, bila qedexeya PKK´ê rabe, PKK rêxistinek e ku ji bo azadî û serxwebûna Kurdan têdikoşe.  


NAVENDA NÛÇEYAN