Komîsyona Welatiyan a Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) daxuyaniyeke çapemeniyê da û bang kir dawî li rewşa girtîbûnê ya wekîlên HDP’ê were.
Di daxuyaniyê de hate gotin EUTCC bi şandeyekê ku ji endamên Parlamentoya Ewropa (PE), Konseya Ewropa (KE), akademîsyen, nûçegihanan pêk hatî, Sibatê hatine Amed û Stenbolê, ji bo ku bi Ocalan re hev bibînin serî lê dane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku bi Ocalan re ku ev 18 sal in li girava Imraliyê ji bo aştiyê xebatên girîng dike, hev bibînin wan serî li Wezareta Dadmendiyê dane lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û her wiha ji bo Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî bibînin wan daxwaza kirine lê ev daxwaza wan jî hatiye redkirin.
Di daxuniyayê de hate gotin piştî ku AKP’ê pêvajoya aştiyê têk biriye, di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê komkujî, zext, binpêkirinên mafan çêbûne, ev tiştên ku bûne ji wan re hatine ragihandin û bal kişande ser ‘dozên ku hatine siyasîkirin’ ên li ser wekîlên HDP’ê.
Destek da biryara monîtorîngê
Di daxuyaniyê de hate gotin şandeya EUTCC’yê tevlî rûniştiyên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa (MPKE) bûne, rapora xwe ya ku amade kirine dane endaman, bi Sekreterê Konseya Ewropayê re, bi Komîserê Mafê Mirovan û gelek endman re hevdîtin kirine. Di van hevdîtinan de peyam hatiye dayin, ‘’heta ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyê çareser nebe demokrasiyê nayê Tirkiyê’’
Di daxuyaniyê de tê gotin ew destekê didine biryara ku Tirkiyê dixine venêranê (monîtorîng) û ji bo ku Tirkiye li gorî normên Ewropa, peymanên mafê mirovan û stardan wê biçe divê zext li ser Tirkiyê were kirin.
EUTCC’yê di daxuniya xwe de her wiha got biryara têkildarî rakirina destlênedanê ya li ser 55 wekîlan divê bi paş ve were standin, dawî li rewşa girtîbûnê ya HDP’yiyan were û demildest divê serbest werin berdan.
Bang li CPT’iyê kir
EUTCC bang kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê demildest rabe, CPT’yê gelek caran nêzîkatiyên dij mirovî û der qanûnî yên li Imraliyê ya li ser Ocalan rapor kiriye. EUTCC bang li CPT’yê kir ku li gorî xala 10.2 a Peymana Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê divê daxwaza bike ‘otorîteyên Tirk li gorî van pêşniyaran biçin’’
EUTCC herî dawî bi bîra otorîteyên Ewropî xist biryara DMME a adara 2014’an ku Ocalan li derveyî efûyê dihêle, li dijî ‘’xala 3. a PMME ye.’’
EUTCC bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa kir ku şopandina biryara DMME ya têkildarî Ocalan were şopandin û xwest ku ev jî bikeve nav şertên bidawîbûna pêvajoya monîtorîngê.
ANF/STRASBOURG