Dawiya terora dozên terorê?
Kevne eskerê Artêşa Brîtanê Daniel Burke piştî ku li Rojava şerê DAIŞ´ê kiribû, dozgeriya Ingilîstanê doz bi tohmetên terorîzmê lê vekiribû. Dozgeriyê doza xwe betal kir. Dozgeriyê her wiha du dozên li dijî bav û birayê şervanekî înternasyonalîst ê YPG´ê jî betal kirin.
Daniel Burke di navbera 2017 û 2018´an de şerê DAIŞ´ê kiribû. Lê gava par wî xwest ji bo şerê dagirkeriya dewleta Tirk vegere Rojava, dozgeriyê doz lê vekiribû. Danile Burke di navbera 2007 û 2009´an de paraşûtvanê elît ê artêşa Brîtanî bû.
Parêzerekî elaqedarî doza Daniel Burke û Paul û Sam Newey - bav û birayê şervanekî YPG´ê yê înternasyonalîst - got, ti delîlên ji bo tohmetbarkirina wan nînin.
Paul Newey ê 49 salî ketibû ber doza terorîzmê ji ber ku ji kurê xwe re 150 powund şandibûn û kurê wî yê 19 salî jî bi alîkariya birayê xwe yê li Rojava dihat gunehbarkirin.
Dozgeriya Meliktiyê dev ji van her sê dozên xwe yên belesebeb û bê bingeh berda û doz betalkirin. LONDON