Esad di hevpeyvînê de gotibû ku wî fermana kuştina xwepêşandêran nedaye û li gorî Esad xwe wekî berpirsiyarê van kuştinan nabîne. Lewre jî ev gotinên Esad rastî nerazîbûna rayedarên Amerîkayê hat û berdevkê Qesra Spî got ku kesên ew hevpeyvîn dîtibe ne mumkine ku gotinên Esad bawer bike. Her wiha berdevkê wezareta karê derve jî got ku’ An Esad gelekî dûrî rastiya bûyerên ku dibe ye an jî ew mirovekî dîn e’.
Ji aliyekî din ve Wezîra derve ya Amerîka ragihand ku divê Sûriye Beşar Esed ji ser desthilatê rake û ber bi desthilata yasayî ve gavan bavêje.
Wezîra derve ya Amerîka Hilary Clinton ligel nûnerên opozisyona Sûriyê li Cenevre civiya û ragihand: “Wateya demokrasiyê ne tenê rakirina Esed e, lê tê wateya danîna Sûriyê li ser riya desthilata yasayî û rêzgirtina mafê hemû hevwelatiyan bêyî liberçavgirtina cudahiyên mezhebî û regezî.”
Hilary Clinton bal kişand ser kêmjimarên Sûriyê û ji nûnerên opozisyona Sûriyê re jî got: “Divê kême netweyênSûriyê ji wê yekê piştrast bin ku di desthilata azadiyê de çarenivîseke wan a baştir dibe.”
Piştî xwepêşandanên xelkê Sûriyê bo rakirina Beşar Esed ji ser desthilatê, heya niha Hilary Clinton du caran ligel nûnerên opozisyona Sûriyê civiyaye. Eev civîna Clinton a ligel opozisyona Sûriyê di demekê de ye ku duh hikûmeta Amerîka biryar da ku balyozê xwe bişîne Şamê.
Saziyeke girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di vê demê de daxuyand: “Hejmara kuştiyên şîdeta vê dawiyê li Sûriyê gihiştiye zêdeyî 4 hezar kesan.”           

‘Çima vegeriyan Sûriyê’

Li gorî agehdariyan Sûriyê piştî zextên Rûsya pejirandiye ku Yekîtiya Welatên Ereb bi merc çavdêran bişîne Sûriyê.
Çavkaniyek dîplomatîk ji Alarabiya.net re eşkere kir ku Rûsya zext li Sûriyê kiriye û heta rayedarekî Moskova beşdarî dariştina bersiva Sûriyê ya ji bo Welatên Ereb de bûye.
Hinek çavkaniyên Rojavayî ev helwesta Rûsya şîrove kirin ku Rûsya hewl dide hevsengiyê di navbera berjewendiya xwe û navdariya xwe de çê bike. Bi taybet piştî komîteya navneteweyî binpêkirin rejîma Sûriyê yên li dijî mafê mirovan eşkere kirin.
Herwiha çavkaniyên dîplomatîk eşkere kirin ku Rûsya û Sûriyeyê di navbera xwe de ‘Şaneya Aloziyê’ avakirine, ji bo liv û tevgera pêwîst bikin. Her dîsa dibêjin, Rûsya hemû hewlên xwe ji bo du tiştan bikartîne. Ya yekemîn dîwarekê ji bo parastina rejîma Esed ava bike û ya duyem jî rejîma Esed îqnaa bike ku hinek gavan paşde bavêje û bêyî ku bigihe rûxandina rejîmê.

Heman çavkanî eşkere kirine ku Rûsya tekez dike ku Sûriye û Yekîtiya Welatên Ereb bigihin çareyekê. Agehdariya  Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Ewropa ji van hewldanan  hene. Lewma Amerîka, Fransa û Brîtanya balyozên xwe vegerandin Sûriyê û heta ji nêz ve agehdariya wan ji karê çavdêrên Ereb hebe û ger şandin Sûriyê. 

ŞAM/WASHÎNGTON