Bi pêşengiya ‘Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî“ li ber Parlamenta Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya du rojan hat destpêkirin.Ji nûnerên HDP’ê yên Ewropayê Faîk Yagizay û ji ‘Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî’ Fûat Kav, Hevserokên KCD-E Mûrat Ceylan û Diljah Osman, tevî girseyeke qelebalix cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di çalakiya li binê kon de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat xwestin ku Ocalan tavilê azad bibe.Kurdistaniyan û dostên wan, çalakiyên xwe yên demeke dirêj e ji bo azadiya Ocalan li bajarên cuda yên Ewropayê lidar dixin, careke din gihandin Parlamenta Ewropayê. Kurdistanî ji Parlamenta Ewropayê dixwazin tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan bixe rojeva xwe.

Çalakger bi tîşortên li ser wan nivîsandî „Ji Ocalan re Azadî“ li qada çalakiyê kom bûn û bi yek dengî dirûşma „Azadî“ gotin. Der barê çalakiyê de wê di saetên pêş de daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn.

Di nava du rojên çalakiyê de heyetek wê bi rayedarên Parlamenta Ewropa (PE) û Komîteya pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hin hevdîtinan bike û dosyayên ji bo azadiya Ocalan pêşkêş bike.


SERKAN DEMÎREL/ANF/STRASBOURG