Kampanya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Ewropayê bênavber dewam dike.

Li Paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşengiya ciwanên Kurd meşerek dirêj a 3 roja ya bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Meşa çawanan ya ji navçeya Lavrion a li herêma Attiki dest pê kir wê sibe li ber Seferatxaneya Tirk a Atînayê bi mitîngekê bi dawî bibe. Di meşa bi coş de ciwan li wargehên derbas dibin gel derbarê armanca çalakiya lidardixin de agahdar dikin û belavokan belav dikin. Berdevkê Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanîstanê Bahattîn Kobanê banga piştgiriya çalakiyê û beşdarbûneke xurt a mitînga sibe li ber sefaretxaneya Tirk li Kurdên li Yewnanîstan û dostên gelê Kurd kir. Meşvanan şevê din li bajarokê Markopolo behndan dan û îro serê sibehê wê bir Atînayê ve bikevin rê. 


Li Brûkselê xwepêşandan

Lli meydana Roûppe ya li Brukselê bi armanca azadiya Ocalan pêr xwepêşandanek hat lidarxistin. Di çalakiyê de hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Brukselê Arîfe Soysuren li vir axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.


Gavle, Marsîlya, Basel û Rotterdam

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Gavle yê Swêdê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Rotterdam ê Hollandayê çalakî hatin lidarxistin.

Komuna Jinê ya Warşîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.  Çalakgeran, li konê li meydana Storatorgetê vedan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kiriye, daliqandin. Kurdistaniyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna operasyonên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, îmze kom kirin. Îmze wê radestî Parlamenta Swêdê werin kirin. Çalakî wê îro danê êvarê biqede.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê stant hat vekirin. Di çalakiyê de, li ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, gelek belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî, endamên meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi etîketa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” li navenda bajêr gul belav kirin.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiya ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

Çalakiya ku rastî eleqeyek mezin a Kurdistanî û dostên wan tê, wê sibehê bi mîtîngek girseyî ve bi dawî bibe.